Malper | Cîhan | Sosyalista got: Êdî bes e

Sosyalista got: Êdî bes e

Rêxistina Sosyal Internatsyonal  di heftiya çûyî de li Kosta Rikayê civîna xwe ya salane saz kir û di civînê de li ser rewşa Tirkiyeyê rawestan hikûmet û serokwezîrê Tirkiyeyê ketin ber rexneyên civînê.

Rêxistina Sosyal Internatsyonal   di daxuyaniya xwe  ya dawiya civînê de îşaretê bi rewşa navxweyî ya Tirkiyeyê dike û bi dijwarî rexneyê li Erdogan û hikûmeta wî digire û dibêje:
- Niha zêdetir ji 60 rojnamevanan li Tikriyeyê di zîndanna dene. Piştî referenduma sala 2010ê sîstema dadweryê li Tikriyeyê kete  bin kontrola hikûmetê û azadiya ramanê û demokrasî li Tirkiyeyê xetimîye.

Rêxistina Sosyal Internatsyonal   di daxuyaniya dawiya civîna xwe de bang li hikumeta tirkî dike ku rê li pêşiya azadiyan veke û dibêje:

- Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku hurmetê ji azadiya ramanê, serbixweyîya dadweriyê û pirensîpên demokrasîyê re bigire. Em, bi dijwarî Erdogan şermezar dikin û lê re dibîjin êdî bese.

Li Tirkiye CHP jî endamê rêxistina  sosyalist Enternasyonalê ye. Herweha ji partiyên kurdan jî YNK jî endamî rêxistinê ye.


Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Yek ji Şahbanuyên Kurd Ferda Cemilpaşa (Video)

Bernameya Dîroka Me ya Televizyona Kurd 1, bi pirsên Mehmud Lewendî vê heftiyê li ser jiyana Ferda Cemîlpaşa radiweste. Cemîlpaşa behsa jiyan û serpêhatiyên xwe yên balkêş û malbata xwe dike....



Rexneyên Îranê li dijî Tirkiyeyê dijwartir dibin
  Rexneyên berprisên îranî li dijî Tirkiyeyê û Edogan roj bi rojê dijwartir dibin. Mihemed Kermîrat endamê komisyona peywendiyên derve yên civata îslamiya Îranê, rexneyeke dijwar ...
Malikî bi fermî uzra xwe ji Erdogan xwest
  Piştî ku alozî ketye navbera Bexda û Enqereyê, duhî di peywendiyeke telefonî de Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bi awayekî fermî daxwaza lêbihurînê ji Receb Teyb ...
Hisên bersiva mediya tirkî da
Piştî serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Tirkiyeyê û hevdîtinên wî digel serokomar, serokwezîr û wezzîrê derve yê Tirkiyeyê û hevdîtina serokê Kurdistanê digel serok ...
Serok Barzanî: Kongreyek netewî armancek meye
Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya heyeteke Siyasetmedarên Bakûrê Kurdistanê bi Serokatiya Ehmed Tirk kir.Di hevdîtina han de heyeta mêwan rewşa siyasiya ...
Erdogan behsa çareseriya pirsa kurd kir
Serokwezîrê Tirkiyeyê di dema îlankirina pirogramê partiya xwe bo hilbijartinan, li Stenbulê got ku ew dê bi rêya pêşxistina demokrasî û azadiyan  pirsgirêka kurd çareser ...