Malper | Cîhan | Tunis peywendiyên xwe digel Sûriyê dibire

Tunis peywendiyên xwe digel Sûriyê dibire

Serokdewletê Tûnisê jiber zêdebûna rêjeya kuştiyan ji aliyê rejîma Sûriyê ve biryar da ku, ssefîrê Sûriyê biqewtîne û çi danpêdanê bi desthilata li Şamê neke.

Şeva borî, hêzên artêş û ewlekariya Sûriyê bi tank û topan êriş birine ser taxê Xalidiye li nav Himsê û komkujiyekê derheqê xelkê wê encamdan û di encama komkujiyê de 337 kes hatine kuştin û 1300 kes jî birîndar bûn.

Serokdewletê Tûnisê Munesêf el-Merzûqî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, “Tûnis karûbar û amadekariyên xwe dike ku, sefîrê Sûriyê biqewtîne û çi danpêdanê bi desthilata li Şamê neke.”

Herwiha Serokdewletê Tûnisê hevxemiya xwe ligel gelê Sûriyê derbirî û got ku, bi tenê bi nemana Beşar Esed û desthilatawî rewşa Sûriyê çareser dibe.

Li gorî Yekîtiya Hemahengiyên Şoreşê li Sûriyê, di xwepêşandanên duhî yên di bin navê “Hema li me bibore” de, 42 kes hatine kuştin û piraniya wan li navçeyên derdora Dîmeşq û Helebê bûn.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Wanê çadir şevitî du zarok mirin (Vîdeo)

Rojane li Wanê û derdora Wanê nûçeyên ne xweş tên. Xelk tirsa mirinê di bin xaniyan de nikarin bimînin. Gelek kesan Wan terikandiye. Yên mayîn jî beşek di çadiran de ne û beşê din jî bi imkanên xwe ji xwere ji naylona çadir çêkirine . Jiyan li Wanê gelek dijwar e zivistan û serma zora xelkê dibe. Şevîdin jî li gundek yê Wanê agir bi çadirekî ket û çadir şewitî. Du zarok şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Bahar Tolokan 12 salî û birayê wê IsmailTolokan jî 6 salî bû. Herweha Mikail Tolukan (12) salî û Kerem Tolukan (2) salî birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxanê lê rewşa wan ne başe. ...



Reportaj: Xwepêşandan malbata Esad parçe dike
Ev zêdeyî meh û nîvekê ye ku xwepêşandanên Sûriyê berdewam in û berfirehtir dibin. Bi baweriya çavdêrên siyasî, bûyeran çarçoveya xwepêşandanan derbas kiriye û xwezaya ...
Pillay: Êdî rewşa Sûryeyê nayê tehemûl kirin
  Komisyara Neteweyên Yekbûyî ya mafê mirovan Navi Pillay ragihand ku hejmara kesên ji adara borî ve li Sûriyê hatine kuştin, bêtirî 5 hezarî ye. Li gorî ...
Li Sûriyê divê strukturên demokratîk bên avakirin
Birêveberê malpera KurdWatchê Siamend Haco nêrînên xwe derbarê gotinên Serokê Sûriyê de dan û got, “Em bawer nakin ku bi Baasî û Beşar el-Esed re reform gengaz in.”...
"Divê hikûmeta Kurdistanê li hember Sûriyê bê deng nebe"
Federasyona Rêxistinên Sivîl a Kurdistanê tevgera hikûmeta Sûriyê ya li dijî xwepêşanderan şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî kir ku li beramberî ...
Hewlêrê bi xwepêşandanê ’12 Adarê’ bibîr anîn
Li gora nûçeya AKnews, Bi beşdariya sedan welatiyên kurd li Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê salvegera 8emîn ya serhildana “12 Adarê” ya kurdên rojava hate bibîrhênan.Di ...