Malper | Cîhan | Zhirinovsky: Tirkiye dixwaze êrîşî kurdên Sûriyê bike

Zhirinovsky: Tirkiye dixwaze êrîşî kurdên Sûriyê bike

Vladimir Zhirinovsky

 

Serokê Partiya Lîberal a Demokratîk a Rûsya Vladimir Zhirinovsky ku partiya wî di hilbijartinên dawî de ji sedî 11,67-ê dengan bi dest xist, rewşa dawî ya li Sûriyeyê nirxand û îdîa kir ku dê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike û kurdên başûrê Kurdistanê jî têxe nav vê plana xwe.

Li gor malpera Rosbalt, serokê Partiya Lîberal a Demokratîk a Rûsya Vladimir Zhirinovsky derbarê Sûriyê de wiha axifî: “Berî her tiştî Tirkiye dixwaze li gor berjewendiyên xwe êrîşî kurdên li bakûrê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bike û bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) jî têxe nav vê planê.”

Zhirinovsky got: ‘’Sûriye welatekî serbixwe ye. Divê Rûsya bi her awayekî piştgiriyê bide vî welatî û nehêle mudaxeleyeke leşkerî li hemberî vî welatî bê kirin. Divê mudaxeleyên bi darê zorê li ser Sûriyê çênebin. Mafê vetokirinê yê Rûsya û Çînê heye. Divê neyê jibîrkirin ku dikarin rêyên manewrayê bi kar bînin û dê ev yek li herderê bibe sedema rijandina xwîna zêde.” 

Serokê Partiya Lîberal a Rûsya wiha dibêje: “Tirkiye jî divê mijarê de bê par namîne û dê ew jî bikeve dewrê. Ji ber ku berjewendiyên wê hene, xwe wek parêzvanê demokrasiyê dibîne û hewl dide wek welatekî qaşo demokratîk de dest bixe nav karûbarê Sûriyê. Berî her tiştî dixwaze li gor berjewendiyên xwe êrîşî kurdên li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bike û Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) jî têxe nav vê planê. Armanca serekê ya Tirkiyê ew e. Lê divê em ji bîr nekin ku dê li hemberî Îranê jî di havînê de şerekî dijwar dest pê bike.”


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Em Helebçe ji bîr nakin

16-ê Adarê sala 1988, rojek tarî di dîroka neteweya kurd de, rojek bi xwîn rupelek reş di dîroka cîhanê de,rojek şermezariyê ji bo mirovatiyê. Helebçe bajarê Başûrê Kurdistanê hate şehîd kirin. Em îro 16-ê Adarê sala 2010-ê vê roja di rûpelek reş di dîroka mirovatiyê de,bîr tînin, bi hêviya rojek ji rojan tawanên din bi vê hovîtiyê dijê milletê kurd, dije tu kesekî din dijê mirovatiyê cardin newe kirin. ...



Kurdên Bakur "Modela Başûr" gotûbêj dikin
Kevneserokê PSKê Kemal Burkayê ku piştî 31 salan ji Swêdê vegeriya welat, hefta borî di hevpeyvîneke taybet bo Rûdawê de daxuyand ku Herêma Kurdistanê dikare ...
Partiyên bakûr dixazin NY mudaxelaya Sûriyê bike
Serokê giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel ragihand ku hejmara mirovên ku rêveberiya Sûriyeyê kuştine gihiştiye hezar kesî û daxwaz kir ku ...
Helwesta partiyên kurd di referandumê de
Pakêta guhertina Destûra Bingehîn a Tirkiyê li meclîsê hat pejirandin û pêşkêşî Serkomar Abdullah Gul kirin. Gul pakêt pesend kir û li ser biryara Saziya ...
KADEP, bi namzetên serbixwe dikeve hilbijartina
Cîgirê Serokê Giştî ya Partiya Demorasiya Beşdar (KADEP) Yüksel Avşar got, ew dixwazin ku kurd, bi hevalbendiyê têkevin hilbijartina 12ê hezîranê ya Tirkiyeyê...
Dewleta serbixwe ya kurdan ne mumkun e
Serokomarê Iraqê Celal Talebanî, derbarê mirina 8emîn serokomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal de wiha got, “Hinek mijar hene ku bala mirov dikşînin. Malbata Ozal jî dikare ...