Malper | Cîhan | HRW: Dengdana Rûsya û Çînê xiyanete li gelê sûrî

HRW: Dengdana Rûsya û Çînê xiyanete li gelê sûrî

Rêxistina çavdêrçkirina mafê mirovî ya cîhanî (Human Rights Watch) di daxuyaniyekê de dengdana Rûsya û Çînê li dijî biryara Neteweyên Yekgirtî ya li dijî Sûriyeyê bi xiyanete li dijî gelê sûrî bi nav kir.

Pirojebiryara Neteweyên Yekgirtî .a li dijî Sûriyeyê, bi germî di nav civata ewlekariya navdewletî de hat minaqeşe kirin û di demê dengdanê de her du welatên Rûsya û Çînê pişta Esed girtin û veto li dijî biryarê deng da û rê neda ew biraya ji bê qebûl kirin.

Rêvebira çavdêrîkirin mafê mirovî li Neteweyên Yekgirtî di daxuyaniyekê de got ku di dema komkujiya Hemayê de, dengdana Moskova û Bejîngê her bi tenê ne derbek bû ji bo Komakara Erebî, lê xiyanet bû li gelê sûrî hatî kirin.

Weke tê zanîn roja 04.02.2012ê carek din Rûsya û Çînê li dijî proje biryara Komkara Erebî û Welatên rojava ku pêşkêşî Civata Ewlehiya Neteweyên Yekbuyî kiribû, veto bikar anîn.

Li gor komisyona bala ya Neteweyên Yekgirtî heta meha 11 sala 2011ê nêzîkî 4600 kes li Sûriyeyê hatine kuştin.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Şivan Perwer ê biçûk Arjîn(Vîdeo)

To Nimuney (Tu mînakî) Zarokê biçûk û hûnermendê paşaroja Kurdistanê Arjîn hêvî dide mirov ku ew dikare li paşarojê de bibe Şivan Perwer ê duyem. Li televizyona Korek Tv bernameya To Nimuney de Arjîn temaşevanên televizyonê giriyand... ...



Li Hewlêrê kurdên rojava li dijî Sûryeyê xwepîşandan kir
Xwepêşandana îro ya kurdên Sûriyeyê ya li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî ya li Hewlêrê bi dawî hat û xwepêşanderan daxwaznameyek dan berpirsên Neteweyên Yekgirtî. Yek ji amadekarên ...
Partiyên bakûr dixazin NY mudaxelaya Sûriyê bike
Serokê giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel ragihand ku hejmara mirovên ku rêveberiya Sûriyeyê kuştine gihiştiye hezar kesî û daxwaz kir ku ...
Di pirsa Sûryê de Talebanî û Zêbarî
Komkara Welatên Erebî di civîna xwe ya duhî de cezayên abûrî li ser Sûriyeyê pasind kirin, di civîna komkara Welatên Erebî de 19 dewletan ...
Rojên Beşar Esed û rejîma wî jimartî ne
Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî pêşnîyareke Yekîtîya Ereb roja Pêncşemê bi pirtirîya xûrt ya dengan qebûl kir. Pêşnîyar bang li Serokê Sûrî Beşar Esed dike ...
Teyfûr daxaz ji NY kir li dijî Sûryeyê biryarekê bidin
Arif Teyfur cîgirê serokê parlamentoya Îraqê di nameyekê de daxaz ji Konseya Ewlekariya Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir ku, ji bona parastina hevwelatiyên sûrî ji ...