Malper | Cîhan | Du mehe sefîrê Tirkiyeyê nikare Malikî bibîne

Du mehe sefîrê Tirkiyeyê nikare Malikî bibîne

Malikî û Erdogan


Berî heyamekî di navbera serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan û serokwezîrê Îraqê Malikî de şeredaxuyanî hebû û wê yekê wusa kir ku alozî di navbera Bexda û Enqereyê de dest pê bike û kirîza siyasî serî hilde.

Li gor hindek çavkaniyan sefîrê Tirkiyeyê yê li Îraqê Yunis Demîrer ku roja 01.12.2011ê weke sefîrê Tirkiyeyê li Îraqê dest bi wezîfeya xwe kiriye, ji wê rojê were çend careke daxwaz kiriye ku Nurî Malikî bibîne, lê heta nuha Malikî bersiva sefîrê Tirkiyeyê nedaye û hevdîtin pêknehatine.

Demîrer digel Celal Talebanî serokomarê Îraqê û Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û çend berpirsên bala yên hikûmeta Îraqê hevdîtin pêkanîne, lê belê heta nuha nikariye digel Malikî hevdîtin pêkbîne. Di cêhana siyasetê de ev yek weke kirîzeke diplomasî tê wesif kirin.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Malikî bi fermî uzra xwe ji Erdogan xwest
  Piştî ku alozî ketye navbera Bexda û Enqereyê, duhî di peywendiyeke telefonî de Nurî Malikî serokwezîrê Îraqê bi awayekî fermî daxwaza lêbihurînê ji Receb Teyb ...
Talebanî ji Malikî hêrs bûye û navegere Bexdayê
Talebanî ji Malikî hêrs bûye û navegere Bexdayê Çavkaniyeke nêzîk ji cîgirê serokomarê Îraqê Xuzeyîr Xuzayî ji malpera Nexîl a erebî re eşkere kiriye ku Celal ...
Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir
Erdogan bi zimanekî tûj malikî hişiyar kir Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyb Erdogan digel  serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî bi telephone rewşa aloz û kirîza siyasiya Îraqê gotûbêj ...
Erdogan:Gotinên Malikî qirêjin
Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teyib Erdogan careke din bersiva daxuyaniyên serokwezîrê Îraqê Nurî Malkî ku gotibû; Tirkye mayê xwe di karûbarên navxweyî yên Îraqê de dike, ...
Îro Salih bi heyeteke bala re diçe Bexdayê
Îro Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dê bi serokatiya heyeteke bala serdana Bexdayê bike. Salih û şandeya pê re dê li Bexdayê digel Nurî Malikî ...