Malper | Cîhan | Serokê Kurdistanê pêşwaziya parlementerên berîtanî û skotlendî ki

Serokê Kurdistanê pêşwaziya parlementerên berîtanî û skotlendî ki

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, duhî li Selahedînê pêşwaziya heyeteke hevbeş ya parlementerên berîtanî û skotlendî kir.

Di hevdîtinekê de, heyeta mêwan ji bilî diyarkirina kêfxweşiyê li hember serdana xwe bo Kurdistanê,  hevdem pêşkeftinên li Kurdistanê  bi dest hatine bi girîng û erênî wesif kirin û ragihand ku, dema ew vedigerin bo welatê xwe  dê wan pêşkeftin û rewşa arama herêma Kurdistanê di nav parlementoya Berîtaniya û Skotlendayê de behsa bikin.

Heyeta hevbeşa parlamenterên brîtanî û skotlandî di berdewamiya axaftinên xwe de ev yek jî diyar kir ku, ew dê rastiya herêma Kurdistanê bigihînên parlamentoya welatê xwe û dê ew hewil bidin ku têkeliyeke xurt di navbera her sê aliyan de çê bibe.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêşkir û ji heyeta mêvan re behsa komkujiyên  bi ser gelê hurd de hatine kir û got ku, ew wêrankarî û tevkojiyên ji aliyê hikûmetên Îraqê ve bi ser gelê kurd hatine, divê di pilatformên navnetewî de bên nas kirin û hemû cîhan bizane ka çi bi serê gelê kurd hatiye da ew zolim dubare nebe.

Serok Barzanî di berdewwamiya axavtina xwe de hêvî xwest ku, peyvendiyên heyî yên di navbera her sê aliyan de hîn berfiretir û bihêztir bibin.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Axavtina Nêçîrvan Barzanî li Dohukê (Vîdeo)

Ez bawer dikem ku hûn dizanin evro bi sanahî nehatiye pêş, da ku bi sanahî evro ji dest bideyn. Îro ne roje kesekî yan jî ya gurubekiye ku hinek bikaribin bazariyê li ser bikin.Îro û ev destkeftin ya gelên Kurdistanêye....



Mesrûr Barzanî bi heyteke rûsî re civiya
Duhî (25.01.2012) li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya sefîrê Rusiyeyê yê Bexdayê Valeri Shovayêv kir. Di dîdasrekê  de ku, konsulusê Rusyayê yê Hewlêrê û Hêmin Hewramî nerpirsê ...
Barzanî pêşwazî li konsolusê Fransa kir
Hewlêr - Serokê Kudistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Konsulusê Feranseyê yê li Îraqê Bores Biwalon û Konsulusê vê welatî yê li Hewlêrê Dr. Firidrik Tisso ...
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li heyeteke parlamentoya Swêdê kir
  Duhî li Hewlêrê cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û berbijarê postê serokwezîriya Kurdistanê  Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyetek parlementerên parlementoya Swêdê kir. Heyeta parlamenterên swêdî ku, ...
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li parlamentên Berîtaniyayê kir
Îro cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nedîm Zehawî parlementerê parlamentoya Brîtanyayê û cîgirê serokê komîteya dostaniya gelê kurd a parlamentoya Brîtaniyayê kir. Di ...
Rewşa Sûriyeyê nirxand
Duhî li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwazî li heyeteke wezareta derve ya Brîtanyayê a bi serokatiya berpirsa dosyeya opoziyona Sûriyeyê ya wezareta derve xanim Fransis Gaia ...