CîhanPolîtîk

Cihê Herêmê, Komara Kurdistana Serbixwe bigre ji bo Tirkiye baştire

Serdana serokê Kurdistanê ya Tirkiye û herweha bilindkirina Ala Kurdistanê li balefirxaneya Stanbul û Enqere, bibû sedemê acizbûna faşîst, nijastperest û hinek kesayetên çep.Serokê MHP Devlet Bahçeli daxûyaniyek tund belav kirîbû. Ji aliyek din hinek berpirsên CHPê jî acizbûna xwe dabûn diyarkirin.Lê ji bilî kurdan  û hinek partiyên kurda, hinek nivîskarên Tirkiye jî rexneyek giran li kesên dijitiya Barzanî dikin kir û li himber wan helwest dan xûyakirin.Nivîskarê Rojnama Karar Hakan Albayrak, di nivîsa xwe de dibêje: Gelo eger serokwezîrê Îskoçya(Skotland) bihata Tirkiye û ala Britanya û ala Îskoçya bilind bibûya, dê cardin ev kes aciz bibûna?Niviskar di dawiyê de dibêje: Tu siyaseta Herêma Kurdistanê li dijê Tirkiye tuneye.  Pêwendiyên baş navbera desthilatdariya Kurdistanê û Tirkiye de heye.Pêwendî û baweriya navbera Erbil û Enqereyê de heyin wek pêwendiyên xeta Enqere û Doha bi hêzin.Yên selameta Tirkiye dixwazin dive ji vê yekê dilxweşbin.Pêwendiyên li ser vê xeta bênerêvebirin pêşxistin û dewmakirin, Dema cihê heremê Kurdistanê Komara Kurdistana Serbixwe bigre, hinge hevce nakê ku kesek bitirse. Heta ji bo Tirkiye baştir jî dibe.Ew aliyên li ser babetê Alê hewldidin krizê derêxin, dixwazin dijminatiyekî di navbera hukumeta Herêma Kurdistanê û Tirkiye  peyda bikin.Lê ew nizanin çi dikin.

Back to top button