Hevpeyvîn

Cihê PKKê ne Şingal e

Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê Xesro Goran di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa amadekiriyên hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê kir û eşkere kir, ku dê ji bo serokatiya herêmê namzetê partiya wan hebe.Bi baweriya Goran dê PDK di hilbijartinan de 42 kursiyan bidest bixe û Tevgera Goran 24 kursiyên berî hilnade.Xesro Goran di vê hevpeyvînê de li ser paşeroja Mûsilê nêrîna xwe anî ziman û herwiha bersiva wê yekê da ka daxwaza PDKê ji PKKê çi ye.Piştî dabînkirina bûdceya hilbijartinan ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, dê prose çawa birêve biçe?Di destpêka sale de, li ser amarên hilbijartina sala 2014ê dest bi wergirtina rêveberiyên giştî û berpirsên beşan hatiye kirin. Hikûmetê biryar daye 400 fermanberan werbigre û bûdceya hilbijartinan jî daye. Ev yek jî tê wê wateyê ku ciddiyetek ji bo pêkanîna hilbijartinan heye.Bi tevê şerê DAIŞê û krîza siyasî û aborî, bi nêrîna we dê hilbijartin di dema xwe de bên kirin?Ji bo valatiya yasayî çênebe pêwîste hilbijartin di dema xwe de bên kirin. Li Iraqê jî bi tevê nebaşbûna rewşa ewlekariyê, şer û teqînan hilbijartin di dema xwe de hatine kirin. Weke PDK em dixwazin hilbijartin di dema xwe de bên kirin. Lê PDK ne aktorê tenê yê siyasî ye, divê aliyên din jî li ser vê yekê biryar bidin. Em ne ligel paşxistina hilbijartinanin.Hinek alî dibêjin bila hilbijartin bên paşxistin û di sala 2018ê de ligel hilbijartinên Iraqê yên Herêma Kurdistanê jî bên kirin. Nêrîna we çi ye?Em nikarin di rojekê de hilbijartinên Iraq û Kurdistanê bihevre bikin. Çimkî komîsyonên me yên hilbijartinê hene. ji bilî vê yekê, yasayên hilbijartinê yên Kurdistanê û dema hilbijartinan jî ji hev cuda ye.Ji bo pekanîna hilbijartinan pêwîstî bi aktîfkirina parlamentoyê nîne?Çalakkirina parlamentoyê karekê baş e û xizmetê ji hevnêzîkkirina aliyan dike. Herwiha dihêle hilbijartin di atmosfereke asayî de birêve biçin. Dibe pêwîstiya guhertina yasayên hilbijartinê hebin. Ji xwe alî jî liser yasaya hilbijartinan nakok in. eger em negihin ti lihevkirinekê jî dê hilbijartin li gorî yasaya berî bê kirin. Serokê Herêmê daxwaz ji Komîsyona Bilind a hilbijartinan dike daku di nav 60 rojan de amadekariyên hilbijartinê bike. Tenê hilbijartin dikarin deriyê vê qiflê bişkînin, ku me hemûyan kilît kiriye.PDKê ji bo guhertina yasayan û birêvebirina rûniştinan serokê niha yê parlamentoyê veto kiriye?Belê vetoya me heye û bi nêrîna min ji ber serokê niha parlamento qifil bûye. Serokê niha di têkbirina lihevhatinê de rol lîstiye û bi hemûna serokê niha parlamento aktîf nabe. Desteya serokatiya parlamentoyê ne pîroz û muqedes e. bi deng û lihevkirinê hatiye destnîşankirin, dikare bê guhertin. Me ligel Tevgera Goran rêkeftin kiribû û ew pabendê şîrîkatiyê nebûn. Nabe li  Hewlêrê şîrîkê PDKê bin û li Silêmanî û Bexdayê dijber bin. Em ber bi hilbijartinan ve diçin, bila ew bibin mûxalefet û em jî bibin hikûmran.Gelek caran hatiye pêşniyarkirin, ku berprsên yekem ên partiyan li parlamentoyê bicivin. Hûnê çawa yasaya hilbijartinan biguherin da ku bigihin çareseriyê?Em jî tevlî dibin ku serkirdeyên partiyan herin parlamentoyê. Li hemû cîhanê wesa ye. min li Zanîngeha Stokholmê ya Swêdê xwend. Li wî welatî serkirdeyên herî mezin diçin parlamentoyê. Li Iraqê jî heman şêwe ye, serok û berpirsên bilind ên partiyên sunne û şîe diçin parlamentoyê. Divê ew kesên diçin parlamentoyê biryarbidest bin da ku bikarin pirsgirêkan çareser bikin. Bi nêrîna min divê heta 3 xulên din jî hilbijartinên Kurdistanê bi lîsteyên girtî bin. Ji ber ku gelê me pir bi hest e û gelek caran deng dide namzetên eşîrtiyê. Hinek kes hebûn profesor bûn lê nehatine hilbijartin, kesên eşîretan jî dengên zêde anîn. Weke mînak di vê xula parlamentoyê de ti kesekê pisporê darayî û aborî nebû. Lewma ji bo welatê me lîsteya girtî baştir e.Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de ji medyaya Fransayê re ragihand, ku ew xwe nake namzetê hilbijartina Serokatiya Herêma Kurdistanê. Gelo dê namzetê we ji bo vê kursiyê hebe?Hê 8-9 meh ji bo hilbijartinan heye. Bêguman dê namzetê PDKê hebe. Ji bo serokatiya herêmê 3u ya parlamentoyê hizir û bernameya PDKê heye.Aliyên siyasî berpirsiyariya krîzan dixin stûyê PDKê. Gelo dibe, ku PDK di vê hilbijartinê de dengên xwe yên hilbijartina berî biparêze yan dê sûprîz hebin?PDK darekê bi ber e, lewma ji hemû aliyan ve beran davêjinê. PDK xwediyê projeyeke nîştîmanî û neteweyî ye, lewma natirse. Berovajî em herdem xalan tomar dikin û hemû hewldanên me ji bo wê yekê ne ku hejmara kursiyên xwe zêde bikin. Hêviya hemû berpirsên PDKê ew e, ku dê di hilbijartinên vê carê de 42 kursiyan bidest bixin. Dengên PDKê dê zêde bibin lê kêmtir nabin. Rewşa siyasî û aborî ya Kurdistanê jî  dê bandore liser dengan bike.Rewşa PDKê ya li Silêmaniyê çawa ye? gelo hewldidin ku hejmara dengdêrên xwe zêde bikin?Di kevin de Silêmanî kelha PDKê bû lê ji bo guhertina vê yekê gelek kar hatine kirin. Bi tevê vê kampanya dijitiya PDKê jî gelek kesên Silêmaniyê ligel PDKê ne. Dengên PDK li ser astê Iraqê herî zêde li Nînowa hene. Paşî li Duhok, Hewlêr, Diyala, Kerkûk û herî dawî jî li Silêmaniyê. Di civaka me de guhertin pir zorê çêdibin. Guhertina dengan jî ne pir zêde ye. Weke mînak ji sedî 50 nabe ji sedî 10. Lê bi nêrîna min Tevgera Goran careke din nikare 24 kursiyan bidest bixe. Jiber duruşm û sozên wan ên dabûne xelkê pir mezin bûn û nekarîn Kurdistanê biguherin.Gelo piştî rêkeftina ligel Goran dê dengên YNKê careke din zêdebibin?YNK partiyekî mezin û bi bandor e. Eger hilbijartinên 2013ê yên Kurdistanê û 2014ê yên Iraqê berawird bikin, YNKê dengên xwe zêdekirin û li Silêmaniyê jî rewşa wan baş bû. Lewma pêşbînî dikim, ku di hilbijartina vê carê de zêde cudahî di navbera dengên YNK û Goran de nebin.PDK amade ye bi lîsteyeke hevbeş ligel YNKê beşdarê hilbijartinan bibe?Bi nêrîna min baş e, ku YNK û PDK bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin. Ji ber ku eşkere bûye, ku dema bi lîsteyekê beşdar bûn karîn pirsgirêkan jî çareser bikin û bi hevre vî welatî birêve bibin. Herwiha di wê demê de yekrêziya kurdan li Bexda û Herêma Kurdistanê bihêz bû. Lewma lîsteya hevbeş di berjewendiya gelê Kurdistanê û ezmûna ma de ye.Hinek berpirsên PDKê behsa boykotkirina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê dikin. Gelo dibe ev yek bibe helwesta fermî ya PDKê? PDK bi cidî li ser wê yekê hizir dike daku beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê nebe. Piştî şkestina piraniya form û şêwazên hikûmraniya Iraqê ev nêrîn peyda bû. PDK dûvikbûna aliyên siyasî yên Iraqê qebûl nake. Yan emê bi hevbeşî Iraqê birêve bibin an jî em banine hemwelatiyên pileya duyemîn. Di sala 2003ê de dema me Iraq damezrand bi rêkein me ev welat birêve biriye, mijara bûdce, petrol, artêş û siyaseta derve, herwiha parvekirina dahatan jî bi hevre bûye, ne bi siyaseta kêm û zêde. Eger me bivê bila siyaseta zêde û kêm be, hemû kurd dengê xwe bidin lîsteyekê em nabine piraniya Iraqê. Ji ber ku kurd ji sedî 20ê Parlamentoya Iraqê pêktînin. Eger Bexda siyaseta xwe ya ferzkirinê li ser herêma Kurdistanê berdewam bike, yan jî kesekî weke Nûrî Malîkî bixwaze vê yekê bike emê ji Iraqê vekişin. Lewma vekişandina PDKê ji hilbijartinên Iraqê egerekê bi hêz û vekiriye.Malîkî niha siyasetmedarekî bihêz e û nêzîkî hinek aliyên Kurdistanî ye. Malîkî behda avakirina hikûmetekê piranî dike. Gelo dibe ku kurd herin tenişta Malîkî?Li Bexdayê di navmala kurd de derz heye. Çawa ku mala şîeyan li Iraqê ne yekeng û yekgirtî ye, nav mala kurdan jî wisa ye. Hinek aliyan karîn derzê bixin nav kurd û suneyan jî. Eger kurd hevdgirtî û yekbana, Malîkî nedikarî ti tiştî bike.Nêrîna berpirsên bilind ên YNKê ya derbarê Bexdayê de weke ya PDKê ye?Yek ji pirsgirêka me ya mezin ligel YNKê, dubendiya li Bexdayê ye. Gelek caran ewan digot li ser vê xalê biryar bidin, herçend ew rewş tişteke din bûye û cihê matmayînê jî bûye, we hatiye kirin.Beriya niha tu Cîgirê Parêzgarê Mûsilê bûyî, demek dirêj jî berpirsê PDKê yê Mûsilê. Gelo dê çarenivîsa vî bajarî çawa be, piştî DAIŞê dê çi be? Derbarê Mûsilê de senaryoyên curbicur hene. Dibe Hewlêr û Bexda liser herêmên nakok lihev bikin û ev herêm vegerin ser Herêma Kurdistanê. Dibe jî Mûsil li ser çend parêzgehekê bê parvekirin û pozberî, nakokî zêdetir bibin, tundtir bin. Ji ber ku li vê herêmê hêzên cihêreng hene. Lê careke din em venagerin ser xala sifirê, ew herêm bi xwîna pêşmerge hatine azadkirin, em radestê kesên din nakin.Daxwaza PDKê ji PKKê çi ye?Me ti tiştek ji PKKê navê. Tenê em dixwazin rêzê ji taybetmendî û serweriya Herêma Kurdistanê re bigre. PKK xwe weke xwediyê hemû Kurdistanê dizane. Eger bikarin dê li Şingalê kantonekê avabikin. PKK dixwaze bibe berdêla hemû partiyan û dest li karê hemû perçeyan werdide. Em dixwazin bi guftûgo karên wan veguhezin cihê wan. Cihê PKKê ne Şingal e û Başûrê Kurdistanê jî ne bê xwedan e.  

Back to top button