Civak

Çîn mezintirîn konsulusxaneya xwe li Hewlêr ava dike

Ev dibe duyem konsulusxaneya herî mezin yaku li Hewlêrê tê ava kirin
Di vê derbarê de berpirsê têkiliyên derve yên partiya demorkata Kurdistanê Huşiyar Sovêlî ragihand ku piştî vekirina mezintirîn Konsulusxaneya cîhanê ya Amerîkayê li Hewlêrê, vê carê jî Komara Çîn biryar daye daku mezintirîn Konsulusxaneya xwe ya li cîhanê li Hewlêrê ava dike.Sovêlî eşkere kir ku tevahiya amdekariyên pêwîst bo vê yekê hatine kirin û di demeke nêz de karê çê kirina vê Konsulusxaneya han dest pê bike.Sovêlî herwiha diyar kir ku vekirina Konsulusxaneyên mezin li Hewlêrê ji aliyê welatên mezin yên cîhanê ve nîşaneya vê yekê ne ku Kurdistan girîngiyeke taybet bo welatên cîhanê heye.
Back to top button