Malper | Civak | Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê

Wezareta pêşmerge dê ji 16 lîvayan pêk bê

Berdevkê wezareta pêşmerge yê Kurdistanê Caber Yawer duhî di civîneke çapemeniyê de ragihand ku dê di destpêka meha dahatû de malpereke taybet bi wezareta pêşmerge vekin.

Yawer got:” Malpera dê destpêkê bi zimanên kurdî û erebî be paşe dê bi zimanê tirkî,farsî û îngîlîzî jî be daku hevkariya dezgehên ragihandinê bike. Her weha  emê mahane carek an jî du caran derbarê karên wezaretê de civîneke rojnamgeriyê saz bikin."

Yawer wiha dom kir:” Wezareta pêşmerge û dezgehên wê bi çi awayî beşdarî propagandayên hilbijartinê nabin, hêza pêşmerge dê tenê ewlekariya hilbijartinê biparêze wek li komîsyona bilind ya hikûmeta Iraqê hatiye destnîşankirin ku jib o parastina ewlekariya hilbijartinan hatiye pêkanîn.”

Derbarê awayê parastina ewlekariya prosesa hilbijartinê di navçeyên dabirî de Yawer got:” Di roja hilbijartinê de hêza pêşmerge dê hêzeke taybet bişîne navçeyên dabirî û hêza taybet dê 3ê adarê dest bi kar bikin û 9ê adarê jî yanê du roj piştî hilbijartinê dê dawî li karên xwe bîne û vegere Kurdistanê. Me jib o roja hilbijartinê digel hêzên Amerîka û Iraqê planeke ewlekariyê ya hevbeş dariştiye û heta nuha me div ê mijarê de çendîn civîn saz kirine.”

Di heqê gavên yekxistina hêzên pêşmergeya Kurdistanê de jî Yawer got:” Piştî ku li roja 27ê berfenbarê biryara yekxistina hêza pêşmergeya Kurdistanê hate dayîn, nuha piraniya birêveberî yek girtine û hemû pêşmergeyên Kurdistanê mûçeya xwe ji wezareta pêşmerge werdigirin.Vê mehê çar lîvayên yekgirî dê mûçeya xwe ji me werbigirin ku nuha herçar lîva hatine yekxistin û heftayê dahatû jî dê çar lîvayên din bê yekxistin. Wek wezareta emê bibin xwedî 16 lîvayan ku her lîva ji 12 hezar pêşmergeyan pêk tê.

(PUK Media)

Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî li mesihiyan xwedî derdikeve (Vîdeo)

Mesîhî li Bexda û Musil ji jiyana xwe ditirsin. Wek tê zanîn ji berê çendekî li Baxdayê, hinek çekdaran êrîşek birin li ser dêra El ...



Yawer: Pêşmerge di amadebaşiyê de nîne
Sekreterê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê Cebar Yawer ragihand ku wan bo lêdana hêzên Îranê an hêzeke din, çi hêzeke pêşmerge li ser sinorên Pişderê ...
Yawer: Derketina hêzên DYAyê bandorê li Kurdistanê nake
Cebar Yawer emîndarê giştî yê wezareta pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku vekêşana hêzên Dewletên Yekgirtiyên Amerîkayê (DYA) tu bandore xwe li ser ...
Pêşmerge pêşve diçe
Berpirsekî hêza pêşmerge li deverên dabirandîyên Kurdistanê radigihîne, ku di kombûneka navbera wezareta bergirîya Iraqê û wezareta pêşmergeya hukûmeta herêma kurdistanê de, wezareta pêşmerge daxwaz ...
Yawer: Pêşmerge bo Saidye û Celewla nehatiye rê kirin
Cebar Yawer  sekreterê wezareta pêşmerge ya herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke taybet de bo malpera fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê nûçeya çûna pêşmergeên Kurdistanê bo devera ...
Leşkerê sûrî du pêşmerge dîl girtin
Du pêşmergeyên Kurdistanê ku derbasî nav axa sûrî bibûn, beriya sê rojan, ji aliyê hêzên leşkerê Sûriyeyê ve hatine giritin û wezareta pêşmege a hikûmeta ...