Malper | Civak | Mezintirîn nexweşxaneya acil li Hewlêrê tê vekirin

Mezintirîn nexweşxaneya acil li Hewlêrê tê vekirin


Hewlêr - Li Hewlêrê Tahêr Hewramî wezîrê tendurustî yê hikûmeta herêma Kurdistanê, li dîwana wezareta xwe, pêşwaziya heyeteke ajansa Korya Başûr a bi serokatiya berpirsê cîhbicîhkirina projeya nexweşxaneya Rojhilata Hewlêrê kir.

Di hevdîtina han de heyeta mêwan ragihand ku, tevahiya karên sazkirina nexweşxaneya acil a Rojhilat ku dê li Hewlêrê hête avakirin, bi dawî bûne û li benda demeke miasibin ku bi fermî nexweşxaneya Rojhilat vekin.

Hêjayê gotinêye ku, nexweşxaneya Rojhilata Hewlêrê projeyeke ku hikûmeta Korya Başûr pêşkeşî hikûmeta Kurdistanê kiriye û heta niha 7 milyon û 400 hezar dolar tê de hatiye mesrefkirin û ev pereyên han jî li ser bûdceya Korya Başûr hatine mesrefkirin.




Subscribe to comments feed Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :