Malper | Civak | Gelo kî rast dibêje ?

Gelo kî rast dibêje ?

Li paytexta Almanya bajarê Berlinê, wezîrê Kultur û Turîzmê yê Tirkiyê Ertuğrul Günay beşdarî vekirina Fuara Borsa navnetewî ya 44’mîn bû...

Li Katedraliya Frensî, Koroya Şaristanuyan ya Antakya konsertek da. Di konsertê de li kêleka wezîrê Tirkiyê hunermendê Kurd yê navdar Şivan Perwer jî amade bû.

Koro, strana „Memleketim“ ango (Welatê Min) ku li Tirkiyê bûye sembola faşîzmê û ew di 80’an de li zindanên weke Diyarbekirê, weke metodekî êşkenceyê dihate bikaranîn, xwend.

Dema ku stranbêja Koroyê ew stran xwend her kesî lê vegerand. Şivan Perwer jî mikrofon girt û ew stran bi wan re xwend.

Stranxwendina Şivan Perwer bû sedema ku ew gelekî were rexnekirin.

Dema ku nûçeya xwendina Şivan ya strana „Memleketim“ di medyayê de hate weşandin, Şivan rabû di malpera Rizgarî de daxuyaniyek weşand û medyaya Tirk ku nûçeya xwendina stranê weşandibû, derewîn derxist.

Di malpera Rizgarî de, nûçeyek bi îmzeya Yado Ciwan di bin sernivîsa „Şivan Perwer çapemeniya tirk derewand…“ hatibû weşandin. Şivan Perwer daxuyaniyek dabû malperê û têde gotibû ku ewî strana “memleketim” nexwendiye, li ser vê stranê jî ti daxuyanî nedaye ti kesî û ev nûçe derewandin.

Şivan Perwer wiha diyar kiribû, „Strana “memleketim“ jî piştî ku ez derketim ser sehnê hate gotin. Ez bixwazim vê stranê bibêjim jî, nikarim bisitirim. Ji ber ku gotinên wê nizanim. Herweha piştî konserê jî min li ser vê stranê ti daxuyanî nedaye tikesî. Min şîroveyeke bi vî rengî nekiriye.“


Lê belê, piştî ku vîdyoyên wê konsertê di internetê de hatine weşandin, eşkere bû ku Şivan Perwer ew stran xwendiye û di dema xwnedina stranê de jî, pir bi kêf xuya dike.

Strana „Memleketim“ hezkirina ji netewan Tirk tîne ziman. Dengê wê stranê di dema derbeya eskerî de li Tirkiyê, li dijî şoreşgerên Kurd û Tirk, yên ku di zindanan de li ber xwe didan, dihate bilindkirin. Stran weke sembola faşîzmê tê nirxandin. stranê:

Her wiha di dema dagîrkirina Qibrisê de, strana Memleketim, ji bo ku netewa Tirkiyê û miletperestiya Tirk were hezkirin bêhtir hatibû belavkirin.



(Avesta)

Fermo li wideo temaşe bikin:


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Li Sûrî li dijê xwepêşandana dijwar e (Vîdeo)

Li Sûrî li bajara Dera,doh 15 keş hatin kuştin.Hêzên ewlehiya Sûrî di kolanan de xelkê digrin û dikujin. Li gora gahdariya ku gihayî Rojevakurd, di van rojên bê de wê li gelek paytextan meş û xwepêşandan çêbin, weke Brûksil, Parîs û Montryal ji bo piştgîriya xelkê Derèa û şoresş sûrî.....



Bi hevre strana `` Welatê Min`` gotin
Berlin - Di çerçova fuara Turizmê ya navnetewî li Berlinê ya 44. Wezîrê rewşenbîrî û Turizmê yê Tirkiye li Almanya bû. Koma muzikî ya bajarê ...
Divê Şivan Perwer lêborîna xwe ji Pêşmergeyan bixwaze!
Şivan Perwer ligel Huseyin Gazi Coşan ji balyozxaneya Tirkiyê li Elmanyayê....
Media Group êrîşên dijê Şivan şermezar dike
Ji Çapemenî û Bîrûraya Giştî re Kampanyaya reşkirinê li dijî Şivan Perwer hêrîşek li dijî wîjdan û azadiya me hemûyan eMîna tê zanîn, kurtedemeke berê Şivan ...
``Bila serokwezîr Şivan bike wezîr``
Serokwezîrê Tirkiye Tayîb Erdogan di axavtinek ya xwe de gotibû ku, rojnemevan Orahan Miroglu, Mehmet Metiner û hûnêrmendê kurd Şivan Perwer tê tehdît kirin. Herweha ...
Demîrtaş şîret li Şivan kirin
Hevdîtina hûnêrmendê naskirî Şivan Perwer û cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulent Arinc li Almanya gelek hate gengeşe kirin. Hinek aliyan Şivan wek zilamê Ak Partiyê nirxand. ...