Malper | Civak | Firokeyên cengî li ser Kurdistanê difirin

Firokeyên cengî li ser Kurdistanê difirin

Firokeyên supayê Turkiye, bi ser deverên sînorîyên herêma Kurdistanê de geriyan û tirsek mezin xistin di dilê gundîyan de. Di vê hefteyê de ev cara duyem e, ku firokeyên Turkiye derbasî asmanê Kurdistanê dibin û gelekî nizim jî, di ser serê gundîyên van deveran de digerin.

Jêderekî asayişê di vê derbarê de ji PNA re ragihand, ku çend firokeyên supayê Turkiye bi ser deverên Balekayetî û Binarê Qendîl de gelekî nizim digerin.
Hevwelatîyên gundên Wêze, Lêwje, Sernews, Kozîne û Kurtek bi taybetî, ketine ber gurr-gurr û him-hima dengê evan firokeyan de û tirs ketiye di nav wan de.

Evî jêderê asayişê da xuyakirin, ku gundên Wesan, Boran, Qelat û Xezêne yên devera Balekayetî ne û gundên Wêze, Lêwje, Sernews, Kozîne û Kurtek jî yên devera Binarê Qendîl in.

Piranîya van gundên han, berî niha ji alîyê firokeyên Turkiye ve hatine bombebarankirin û niha jî ketine ber vê tirsa derûnî (nefsî) de.
Jêderê asayişê got, ku ev firokeyên han ji serê sibeha ve dest bi eê geryanê kirine û hîna dest bi bombebaranê nekirine.

 

Nûçe: Bextiyar Qadir / Balekayetî




Subscribe to comments feed Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :