Malper | Civak | Serok Barzanî cejna gelên Kurdistanê pîroz kir

Serok Barzanî cejna gelên Kurdistanê pîroz kir

Bi minasebeta hetina cejna Remezana pîroz, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî misilmanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir:


Bi navê Xwdayê mezin û dilovan

Bi minasebeta cejna Remezana pîroz, ez germtirîn pîrozbahiyan li tevaya misilmanên herêma Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim rojî, taet û îbadeta meha Remezanê, meha xêr û bereketê, ji hemû misilmanan qebûl kir be.
Ez hêvîdarim ev cejine bibe hokarê xêr û xweşîyê, bidestveanîna zêdetir hêvî û armancên gelê me û Kurdistan jî bikeve di qonaxeke din a avadankirin, binyadnan û pêşxistina giyanê birayetî, tebayî û pêkvejiyanê, bi destxistin mafên destûriyên gelê me û derbasbûna hemû kêşe û pirsgirêkan ji bona çespandina Îraqeke federal û demokratîk.

Mesûd Barzanî
Serokê herêma Kurdistanê
09.09.2010




Subscribe to comments feed Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :