Malper | Civak | Li Geverê rewş xirab e

Li Geverê rewş xirab e

Li bajarê Çolemergê û qeza Geverê tevlîhevî çikas diçe zêde dibe. Li gora agahdariyên ji herêmê tên li bajarê Çolemergê, gelek polisên taybet li nava bajêr û rêyên ketin û derketina bajêr sekinîne. Xelk gelek ne rihetin û nizanin dê kengê çi bibe. Hergav dikare teqandinek civakî pêkwerê û xelk dakevin kolanan û nav polis û xelkê de hevçûn çêbibin.

Li Geverê ji dohî ve, bûyer berdewamin polîs li gelek deverên bajarê Geverê bilav bûne û rêyên sereke yên tênê bajêr girtine. Herweha xwepêşandan li kolanan  kevir û molotofan erîşê polîs dikin. Li Geverê hevçûnek berfireh li heye.

Bûyerên li Çolemergê û Geverê piştî kuştina 9 çekdarên PKK-ê destpêkiriye û hêjî berdewame. Ji bo van bûyeran xelkê nekarîn cejna xwe pîroz bikin û van bûyeran ev cejn li xelkê deverê kire jehr.

 




Subscribe to comments feed Nêrîn (1 nivîsand):

qamişlo di 12/09/2010 11:15
avatar
EV çi şîrove ye ji vê nûçeyê re ye ,mixabin şîroveyek xerab ji nûçeyek xweî re .
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

CAPTCHA - Koda Ewlekarîyê :