Malper | Civak | Kurd rê nadin leşkerê Iraqê bikeve nava Kerkûkê

Kurd rê nadin leşkerê Iraqê bikeve nava Kerkûkê

Lîsta hevpeymanîya Kurdistanî ragihand, ku ew qebûl nakin tîma 12 a supayê Iraqê derbasî bajarê Kerkûkê bibe û heger ev tîm derbasî kerkûkê bibe, ew dê daxwaza hatina 12.000 pêşmerge bikin da ku ew jî derbasî Kerkûkê bibin. Endamê lîsta hevpeymanîya kurdistanî Muhemmed Kemal ji PNA re da xuyakirin, ku ew bi ti awayî razî nabin tîma 12 a supayê Iraqê bikeve nav bajarê Kerkûkê de.

Di vê derbarê de Muhemmed Kemal got: Hêzên asayişa Kerkûkê û polîsên Kerkûkê, bi başî kar û erkên xwe encam didin. Ji bilî parêzgehên herêma Kurdistanê jî, rewşa ewledarîyê ya bajarê Kerkûkê ji rewşa hemû parêzgehên dinên Iraqê baştir e.

Di vê bêjedana xwe de Muhemmed Kemal da xuyakirin, ku heger yek leşkerê tîma 12 a supayê Iraqê derbasî nav Kerkûkê bibe, ew dê 12.000 pêşmerge derbasî nav Kerkûkê bikin û got, ku kar û erkê leşker tenê paraztina sînoran e.

Pêdivêyî nîşandanê ye, ku piştî encamdana êrîşa ser bazara zêrinkiran li bajarê Kerkûkê, fraksiyona erebî û fraksiyona turkmanî yên nav encûmena parêzgeha Kerkûkê dixwazin, ku hêzên tîma 12 a supayê Iraqê derbasî nav kerkûkê bibin.

Nûçe : Aram Şêrko / Kerkûk


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Piştî kuştina Bin Laden rêxistina El Qaîde

Bernameya Vejîn li gel Amed Demirhan Piştî kuştina Bin Laden rêxistina El Qaîde dinirxîne... ...



Bereya Turkmanî:Dema meddeya 140-ê derbas bûye
Endamê bereya Turkmanî Erşed Salih daxwaz ji lîsta Eliraqîyye kir, ku di derbarê maddeya 140-ê û Kerkûkê de sazişê (tenazulê) bo hevpeymanîya Kurdistanî neke... ...
Serokê Parlementoya Kurdistanê li gel sefîrê Britanya civiya
Serokê parlementoya Kurdistanê Kemal Kerkûkî da xuyakirin, ku hebûna hêzên pêşmerge li deverên arêşedarên nava Iraqê qanûnî ye û da xuyakirin, ku hukûmeta Iraqê girêdayî ...
Ereb divê ji Kerkûkê derkevin
Di çerçova maddeya 140-ê de diviya ew ereb Kkerkşkê cih bihêlin û vegerin deverên ku jê hatîn. Ji bo vegerê her tiştên pêwîst destûrî pêkhatine, lê ereb hêjî venegeriyane cihên xwe....
"Kerkûk Dilê Kurdistanê ye"
Kerkûk gelekî giring e, her demî ev bajar bûye sedema nakokiyên mezin di navbera desthilata Iraqê û şoreşa Kurdistanê de. Desthilatdariya Iraqê, di derbarê pirsa ...
Hinek siyasetmedar dixwazin hilbijartinên Kerkûkê paş bêxin
Çend kesên siyasetmedar û endamên meclisa parêzgeha Kerkûkê daxwaz kirin, ku hilbijartinên navxweyîyên meclisa parêzgeha Kerkûkê – yên ku ev du sal in hatine li paşxistin – piştî du salên din bihên encamdan. Endamekî PDK jî di vê derbarê de got, ku parlementoya nû jî dixwaze hilbijartinên encûmena kerkûkê bêne çêkirin....