Malper | Civak | Tehdîtkirina Miroglu tê şermezarkirin

Tehdîtkirina Miroglu tê şermezarkirin

Nivîskarê Tarafê yê kurd Orhan Mîroglu hinek nivîsên xwe de dema rewşa siyasî li Tirkiye û Kurdistana Bakur dinirxîne , di hinek waran de PKK-ê rexne dike. Piştî hinek nivîsandinên Orhan Mîroglu, ew bi awayekî ji aliyê PKK-ê ve hatiye tehdît kirin.

Di vê derbarê de Partiya Sosyalist a Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û di vê daxuyaniyê de helwesta PKK-ê ya tehdîtkar li dijê rewşenbîr û nivîskarên kurd şermezar dike û dixwaze ku xelkê kurd li Orhan Mîroglu xwedî derkevin.

Herweha Partiya Maf û Azadiyê (HAK-PAR) jî ev helwesta PKK-ê rexne kir. Cîgirê serokê Hak-Parê Ibrahim Kureken di daxuyaniyekî di vê derbarê de dibêje: PKK bi vê helwesta xwe meşrutiyeta doza kurd têxe di bin gomanekî de û li himber xwe jî bêbaweriyekî diafirîne. Tehdît û kuştin herî zêde zererê dide tevgera kurd.

Di vê derbarê de serokê BTP-ê, Demîrtaş jî gote ku, nabê ku kesek bête tehdîtkirin, Divê herkesek bi azadî bikaribe rênînên xwe bêjin.

Rojnama Tarfaê îdia dike ku Miroglu ji aliyê PKK-ê ve bi kuştinê hatiye tehdît kirn. Herweha di hinek malperên  nêzikî PPK-ê de gelek nivîsên êrîşkar li dijê Miroglu tên belavkirin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Kurd û Sûriye (Vîdeo)

Do televizyona Barada de bernama Ronahî de, rojnemevan û Cemal Batun li gel siyasetmedar Dara Bilek di derbarê rewûa Sûrî û rewşa Kurdên sûriyê de axivî...



Şer zererek mezin dide kurda Rojnama Star a Tirkî, li gel rewşenbîrê kurd Orhan Miroglu hevpeyvînek çêkir. Di vê hevpeyvînê de Mîroglu di derbarê rewşa siyasî de û taybetê di ...
Ev ne helwesta kesên demokrat e
Li Diyarbekirê BDP bi daxwaziya `` Xweseriya Demokratik`` xwepêşandanek pêkanî. Di vê xwepêşandanê de hinek nivîsên balkêş hebûn. Nivîsek gelek balkêş bi zimanê tirkî, bi ...
Şerm bike PKK
Ahmet AltanDi jiyanê de ji bo min  kiryara herî berjêr  ew e ku kesên bi çek,  yên bê çek tehdîd bikin, bitirsînin û dest bi ...
PKK dixwaze li her derî şer dirust bike
Orhan Mîroglu ku, yek ji şarezayên pirsa kurdî ye li Tirkiyeyê, di daxuyaniyekê de bo Saman Yolu Haber behsa operasyonên leşkerê tirkî bo ser herêma ...
Bakur piştgirî da gotinên Nêçîrvan Barzanî
Siyasetmedar, karsaz û rewşenbîrên kurd piştgirî dan daxuyaniya cîgirê serokê giştî yê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî a derbarê muxatabiya PKK’ê de. Siyasetmedaran aşkera kir ku Barzanî ...