Malper | Civak | 125 dezgeh: Bila sivîl şerê ragehandinê raweste

125 dezgeh: Bila sivîl şerê ragehandinê raweste

Federasyona Saziyên Civaka Sivîl bi mebesta arambûna rewşa siyasî ya Kurdistanê beyannameyek belavkirin. Di beyannameya federasyona navbirî daxwaz dike ku şerê ragehandinê yê navbera di Tevgera Goran, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bê rawestandin.



Di civîneke çapemeniyê de Federasyona Saziyên Civaka Sivîl derbarê aloziya ku di navbera partiyên siyasî yên Kurdistanê de derketiye beyannameyek belav kir. Beyanname ji sê xalan pêk tê:

1-     Em daxwazê li Serokê Herêma Kurdistanê dikin lijneyekê pêk bîne da sedemên belavkirina beyannameya Tevgera Goran diyar bike.

2-     Di zûtirîn dem de şerê ragehandinê yê di navbera Tevgera Goran, YNK û PDKê de bi dawî bibe.

3-     Hemû alî bi hev re bicivin û bi gotûbêj û diyalogê pirsgirêkan çareser bikin.

Federasyona Saziyên Civaka Sivîl ji 125 sazî pêk hatiye. Ev beyannameya han jî bi mebesta arambûna aloziya navbera Tevgera Goran, PDK û YNKê belav kir, ku 29ê meha borî Goran beyannameyeke 7 xalî belav kiribû û daxwaza çaksazî û hilweşandina Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiribû.

Nûçe:Rudaw


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Gelê paytextê li gel Serokê xwe rizgarkirina xwe pîroz kir (Video)

Îro bi amadebûna Serokê Kurdistanê salvegera rizgarkirina bajarê Hewlêrê bi rêwresmeke cemawerî hate pîroz kirin...



19 partiyên Kurdistanê li dijî Tevgera Goranê derketin
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan Daxuyaniya piştî civîna birêz serokê herêma Kurdistanê digel serokayetiya parlamento, hikûmet, hêz û aliyên siyasî sebaret bi beyannameya dawiya ...
Li xwedîderketina demokrasiyê Tevgera Goran hejand
Berdevkê fermî yê Tevgera Goranê Mihemed Tewfîq Rehîm ragihand ku, wan bawer nedir li himber daxuyaniya ku derxistîn evqas reaksiyonek mezin çêbibe. Wek tê zanîn ...
Belgenameyek têkeliyên Goran û Îranê eşkere dike
Li gor belgenamyekê ku malpera li Dengê Serbixwe hatiye weşandin behsa têkeliyên navbera Îranê û tevgera Goranê dike: Berpirsên Tevgera Goranê li bajarê Kirmanşahê li rojhilataê ...
Pêwendiyek telefonî di navbera Barzanî û Noşûrvan de
Ji bo normalkirina pêwendiyan di navbera PDK û Tevgera Goranê de pêwendiyek telefonî di navbera cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û sekreterî ...
Bersiva tevgera Goran
Serokatiya herêma Kurdistanê bersiva banga tevgêra Goran da...