Malper | Civak | Hewlêrê pişgiriya hukumetê kir

Hewlêrê pişgiriya hukumetê kir

 Bi sedan ciwan li Paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê xwepêşandanek li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê saz kirin û xwepêşanderan sloganên piştgirîkirina hikûmet û saziyên wê avêtin.


Sekreterê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê Omêd Xoşnaw ji AKnewsê re ragihand, “Em komek ciwanên Hewlêra paytext in wek bersivdanekê ji bo nûçeyên hin medyayan, em hatine piştgiriyê li hikûmet û saziyên wê yên rewa bikin.”

Peyamnêrê AKnewsê ragihand, xwepêşandan destpêkê li pêşiya avahiya parêzgeha Hewlêrê dest pê kir ku pey re ber bi qawexaneya Meçiko ya nav bazarê meşiyan û xelk ji hemû aliyekî ve tevlê dibin û hejmara xwepêşanderan her zêde dibe.

Îro, kanala KNN ya Tevgera Goranê, nûçeyeke lezgîn belav kiribû ku avahiya parêzgeha Hewlêrê hatiye şewitandin, lê pey re bal kişand ku mebesta wan avahiya parêzgeha Nînowayê bû.

Duhî, hinek rêxistinên bi navên cuda çend daxuyanî belav kiribûn û daxwaz ji Hewlêrê kirin ku îro, înê, saat 14:00 bi dema Iraqê li pêşiya bazara Niştiman û Baxê Şar kom bibin û xwepêşandanan pêk bînin.


(AKnews)


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Were Were Emînayê

M.Arif Cizîrî - İsa Berwarî...



Piştî Goranê, PDK û YNK bi Îslamiyan jî re civiyan
Biryar e, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) îro digel Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) civînekê pêk bînin. Peyvdarê polîtburoya YNKê ...
Li Hewlêr Îran hate protesto kirin
Kurdistanîyan li başûrê Kurdistanê li hember îdamkirina çalakvanên sivîl û siyasîyên Îranî û rojhilata Kurdistanê, xwepêşandan saz kirin û dijayetîya xwe li hember siyaseta Îranê ya hovane dan nîşandan. ...
Li Hewlêr ji bo kurdî meşiyan
 Bi beşdariya jimareyek rojnameger û rewşenbîr li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê, xwepêşandanek ji bo daxwaza xwendina bi zimanê kurdî hate sazkirin.xopishandanSerpereştê xwepêşandanê Selam Ebdelah ji ...
Li Hewlêrê kurdên rojava li dijî Sûryeyê xwepîşandan kir
Xwepêşandana îro ya kurdên Sûriyeyê ya li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî ya li Hewlêrê bi dawî hat û xwepêşanderan daxwaznameyek dan berpirsên Neteweyên Yekgirtî. Yek ji amadekarên ...
Efrîn xwe ji bo xwepêşandaneke berfireh amade dike
Endamê sekreteriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) diyar kir ku ew amadekariyê dikin ku roja înê li bajarê Efrînê bakur-rojavayê Sûriyê, xwepêşandaneke mezin ...