Malper | Civak | Rewşa Kerkûkê aram e

Rewşa Kerkûkê aram e

Îro biryar weha bû, ku alîyên erebî û hinek alîyên turkmanî xwepêşandanê li Kerkûkê bikin, belê tu xwepêşandin çênebûn.


 
 
Rêvebirê polîsê Kerkûkê Cemal Tahir jî doh ragihandibû, ku hatin û çûn li bajarê Kerkûkê qedexe ye, ji ber ku çend otomobîlên bombrêjkirî hatibûn vedîtin, ku terorîstan dixweztin di nav xwepêşanderan de biteqînin.
 
Jêderekî nêzîkî encûmena siyasîya erebî ya li bajarê Kerkûkê di daxuyanîkî de ji PNA re ragihand, ku bi egerê qedexebûna hatin û çûn li bajarê Kerkûkê  û xirabûna rewşa ewledarîya  Kerkûkê û dora wê biryar weha ye, ku îro roja sêşembê xwepêşandan li Kerkûkê neyên kirin.
 
Niha jî rewşa Kerkûkê asayî (normal) ye û îro heta niha xwepêşandan li Kerkûkê nehatine sazkirin.
 
Evî jêderî weha jî got, ku heger rewşa b Kerkûkê hêwir bû û ti tirs û gef neman, ew dê ewê demê xwepêşandanê saz bikin, belê encûmena siyasîya erebî heta niha biryara fermî nedaye, ku xwepêşandan neyê sazkirin.
 
Pêdivêyî gotinê ye, ku encûmena siyasîya erebî ya li bajarê Kerkûkê roja yekşembîyê beyannameyek belav kir û tê de ragihandibû, ku dê goya îro roja sêşembê xwepêşandaneka cemawerî û mezin li Kerkûkê û dora wê bihê sazkirin.
 
Encûmena siyasîya erebî ya li bajarê Kekrûkê weha jî dabû xuyakirin, ku ev xwepêşandana han li dijî hebûna asayiş û pêşmergeyên hukûmeta herêma Kurdistan, nepêkanîna maddeya 140 a destûra Iraqê û çend xalên din e û hemû ev daxwazên alîyên erebî li dijî miletê Kurd in.


Nûçe: Akam Fehmî / Kerkûk


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Ereb divê ji Kerkûkê derkevin
Di çerçova maddeya 140-ê de diviya ew ereb Kkerkşkê cih bihêlin û vegerin deverên ku jê hatîn. Ji bo vegerê her tiştên pêwîst destûrî pêkhatine, lê ereb hêjî venegeriyane cihên xwe....
Li Hewice erebên şovenîs xwepêşandan kirin
Îro di demjimêr 09:00-ê sibehê de xwepêşandan li qezaya Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve hat darxistin û di navbera xwepêşanderan û hêzên ewledarîyê de dijwarî çê bûn û çend kesan jiyana xwe ji dest dan. ...
Îro sê teqînên bihêz Kerkûkê hejandin
Îro destpêka sibehê li sê taxên bajêrê Kerkûkê, 3 otomobîlên bombrêjkirî teqîyan û li angora amarên destêpkê di encam de 24 kes bûn qûrbanî. Jêderekî ...
Hinek siyasetmedar dixwazin hilbijartinên Kerkûkê paş bêxin
Çend kesên siyasetmedar û endamên meclisa parêzgeha Kerkûkê daxwaz kirin, ku hilbijartinên navxweyîyên meclisa parêzgeha Kerkûkê – yên ku ev du sal in hatine li paşxistin – piştî du salên din bihên encamdan. Endamekî PDK jî di vê derbarê de got, ku parlementoya nû jî dixwaze hilbijartinên encûmena kerkûkê bêne çêkirin....
Bereya Turkmanî:Dema meddeya 140-ê derbas bûye
Endamê bereya Turkmanî Erşed Salih daxwaz ji lîsta Eliraqîyye kir, ku di derbarê maddeya 140-ê û Kerkûkê de sazişê (tenazulê) bo hevpeymanîya Kurdistanî neke... ...