Malper | Civak | Li Wanê milyonek insan li derve dijî

Li Wanê milyonek insan li derve dijî

Li wanê milyonek insan di xaniyên xwe najîn, dervene ,çadir têra xelkê nakin û jiyna di çadiran de gelek zehmete..

Li Wanê piştî erdheja duyem a bi hêz çêbûyî û 12 kesan jiyana ji dest dayî kesek di xaniyên zerer ji erdhejê dîtîn de neman. Serokwezîrê Tirkiye  daxuyaniyekî da kifşkirin ku dê lêpirsînek berfireh di derbara Wanê de bê te kirin.

Wezîrê dewletê  Beşîr Atalay da xuyakirin ku, heçî malbatên bixwazin em dikarin wan rêkin deverên din û cih bikin.

Lê di rastiya xwe de Wanê rewş gelekî xirabe. Herêma Wanê gelek sar e, zozane niha êvara dereca sermayê dibe  bin sifrê . Xelkê Wanê bê çareye. Li Wanê milyonek insan dervene û derve jiyana xwe berdewam dikin.

Ji hukumetê tê xwestin ku Wanê wek herêma afatê îlan bike. Di rastiyê de ew çi diguherê nayê zanîn. Lê milyonek insane tevî kal, genc û zaroka ji derve hewldidin ku jiyana xwe berdewam bikin. Jiyana di çadiran de li Wanê di mercên zivistanê de  gelekî zehmete.

Zarok zû ji dayik dibin, piraniya wan piştî xwedê didin dimirin. Li Wanê rewş ne başe, ji her deverî destê arîkariya ji bo Wanê hate dirêj kirin. Lê tiştên ku hukumet bike gelekin. Medya her tiştekî di derbarê Wanê de rast nabêje.

Erdheja wanê jî wek gelek tiştên din kirin malzemeyek siyasî. Wan rastiyeke, mayîn û nemayîna sedê hezaran di rojevê de ye. Divê çareseriyek bingehîn ji bo Wanê bê dîtin. Heyne her çendekî dê nûçeyên erhejek din û mirina xelkê di medyayê de cih bigre. Divê herkesek destê xwe yê arîkariyê dirêjê Wanê bikin. Bila xelkê Wanê tenê nemîne.

Rojevakurd

 

Çend dîmen ji Wanê:

 

 

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Vekirina Konsolxaneya Amerîka li Kurdistanê (Video)

Rêwresma vekirina Konsolxaneya Amerîka li Hewlêra paytexta Kurdistanê...



Hewar a Wanê
Wan vale dibe...
Milyonek xwepêşender û 10 kuştî
Li Sûrî berxwedana xelkê berdewam e. Wek her înê doh jî nêzikî milyonek insan li Sûrî derketin kolanan û xwepêşandan kirin. Li gora daxuyaniya çelakvanên ...
Di Mihracana Avê de 345 kes mirin
Li kamboçja kêmasî 345 insan  di mihracana avê de mirin. Li gora ragihandinê ji bo Mihracana Avê  nêzikî 3 milyon kes li paytextê Kamboçya Phnom ...
Atalay:Wê Tirkiye vê pirsê çareser bike.
Fadime Ozkan hevpeyvînek berfireh li gel Beşûr Atalay kir....
Stokholm: Civînek ji bo qurbaniyên erdheja Wanê
Îro roja yekem ya cejna qurbanê, li Stockholmê qurbaniyên erdheja Wanê hatin birnanîn. Ji bo rêzgirtin li qurbaniyên erdheja Wanê, Hevkariya hêzên siyasî yên Kurdistanê ...