Malper | Civak | Mela Ehmedê Namî

Mela Ehmedê Namî

Mela Ehmedê Namî, ji goristana Qudûr Beg li bajarê Qamişlo, salvegera 51ê, ya Agirê Sînema Amûdê bibîrtîne û dibêje:

Cîgayê şadî û xweşiyê

Bustanê Mezargehê, ji îro pêve wê bibe gulistana şadî û xweşîyê ya bi nav û deng û tek û tenha  û cîgayê xemrevînê ji bo xembaran.
Bosîtana mezargehê ger çi bi pîvan û li ber çavan biçûk e, lê dîsa jî ji gilistanên cihanên ên mezin tê hijmartin.

Çiko ji tovê 280 xortên ciwan hatiye çandin. Ji lewra me gotiye gulistana tek û tenha û bosîtana xemrevîn.
Paşê wê demek bê ko rojên cejn û şahiyan û sersal û Newrozan, dema jîle, kulîlk û gul perda ciwanî ji ser riwê xwe yê sor bidin alî û pêşkêş bikin, hingî gulustana Amîdê wê bibe cîgayê geşt û seyranan.

Her şev û êvar, qîz û xort, xeml û xêza xwe wergirinû dest bi dest, berê xwe bidin bustanê xemrevînê, bustanê şadî û xweşîyê, li nav malikên gul û kulîlkên reng e reng herin û bên, bigerin.

Hin caran bi awirên çavan li mînak meyzekin û li hemberî hev, bi şadîmanî li ber tewînên naz û zerî û horî û periyan rûnin.
Saqî kas û caman li ser destan bigerîne, perîzad û zerî û mîrza û ciwan şekir ji lêvan birevînin û gulan li riwan bicivînin.

Her wekî Seydayê Xanî dibêje:

Dinya hemî bûye eyş û işret

Zala felekê ji kerb û hisret

Rabû ko vexwan ji ber xewasan

Saqî geriyan bi cam û kasan

Paşê her yekî ji destê gulfiroşan gulekê ji gulên bustanî bistîne û bide ber pozê xwe, da ko ew jî bibe hemdamê bilbil û hevrengê sorgulan.

Hejar û Goran mest û sergerdan û gift û goyên şêrîn mîna Cegerxwîn.

Bi vî awayî, naçar, leşkerê derd û xeman wê di bin piyê leşkerê şadî û xweşiyan de bê pelaxtin û bimre.

Dawiya şevê, şevbiwêrk diqediye, dîsa her kes cot e cot gul bi dest, serbest û azad û bi şadî û kamiranî    mîna hatin wê vegerin malên xwe.

Naçar ev geşt û seyran û sersal û Newroz heta hetayî wê bibin adet ji bo gelê Amûdê.

Dîsa hêvîdar im ji Yezdanê pak û dilovan ko peykê şadî û xweşiyê bike rêzan û rêber û hevrî û heval ji bo gelê Amûdê. Şevên wan roj bin û rojên wan cejn bin û heta hetayî cejn û seyran û sersal û Newroz li wan pîroz bin.

Dîsa Namî berî her kesî seyran û Newroza nû ya gelê Amûdê bi dilşadî li gulistana Xemerevîn pîroz dike û dibêje:

Her sal vî çaxî cejna we pîroz

Cejna welat e şadîman Newroz

 

Çavkanî. Pirtûka Agirê Sînema Amûdê. Mela Ehmedê Namî. (Rûpel 80-81). Ji weşanên Jîna Nû. Çapa yekemîn: Îlon 1987. Uppsala. Swêd.

Samî Ehmed Namî
Stockholm. 2011.11.13


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Video: Xelkê Xaneqînê Pêşwazîya Pêşmergeyan kir

Hêza ku ji herêma Kurdistanê ve ber bi sînorê Celewla hatiye rê kirin, hêza lîwaya sê ya pêşmerge ye û niha li derveyê bajarê Celewla û dora wê li deverên Nawdoman, Şêx Bawe hatine bi cihkirin û çaverêyî biryarên sertir dikin û li hember ewê yekê jî, hêzên supayê Iraqê li dora deverê hatine bi cihkirin û çaverêyî liv û bizavên hêzên pêşmerge dikin û çavdêrîya wan dikin....



Helbestek ji Mela Ehmedê Namî
Mela Ehmedê Namî di bîranîna xwe ya 36 an de , helbesta xwe a bi navê AZADÎ, diyarî berdewamiya têkoşîna ciwanên azadîyê dike....
Îslamiyên Kurdistanê: Agirê Newrozê heram e
Îslamiyên Kurdistanê destpêkirine piropagendê li dijî cejna Newrozê dikin û didin xuyakirin ku, yê ku Newrozê pîroz bike û bi wê minasibetê  şahiyan bigêre heram ...
Ehmed Davudoglu Newroza serok Barzanî pîroz kir
Duhî roja pêncşemiyê, bi minasebeta cejna Newrozê, Ehmed Davudoglu wezîrê derve yê Tirkiyeyê nameke pîrozbahiyê ji Mesûd Barzanî serokê  Kurdistanê re şand. Wezîrê derve yê Tirkiyeyê ...
Helbest: Cejna Xvînê
CEJNA XWÎNÊCejn şahî yeCejn başî yeCejn dilxweşî yeCejn piştgirî yeCejn pîrozî ye ne ?Min tu carî nedît ev pakîBirayek min li serê çîyaBirayek min di ...
Têbiniyek li ser pîrozbahiyên Newrozê
Newroz cejna neteweyî li seranserê Kurdistanê bi coşek mezin hate pîrozkirin. Li her beşek yê Kurdistanê li gora mercên xwe yên taybet newroz, ji teref ...