Malper | Civak | Barzanî: Silêmaniyê di şoreşê de gelek qurbanî dane

Barzanî: Silêmaniyê di şoreşê de gelek qurbanî dane

Bi minasebeta 227 saliya avakirina bajarê Silêmaniyê. Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî xelkê bajarê Silêmaniyê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyeke gerim li hemû xelkê bajarê helmet û qurbanîdanê dike û hêvî dike ku bajarê Silêmaniyê zêdetir geş bike û pêşbikeve û dibêje:

- Silêmanî, di dîroka xwe de, rol û tesîra wê di bizava kurdayetiyê, edeb, rewşenbîrî û kulrurî de ber bi çav e.

- Di salên 40î de a sedsala çûyî de, di demekê de ku Barzanî yê nemir li ser rêbaza kurdîtîyê ji aliyê dagîrkerên hîngê ve bo bajarê Silêmaniyê hat dûr kirin, cemawerê Silêmaniyê bi germî pêşwazî li nemir Batzanî kir. Herwesa di karwanê şoreşa mezin ya Îlonê de gelek qurbanî dane û rûpelên pir destkeftiyên gelê me şahidên wê rastiyê ne.

Serokê Kurdistanê di peyama xwe ya pîrozbahiyê de bo xelkê bajarê Silêmaniyê dibêje:
- Di vê salvegerê de ku, îro gelê kurd xwedî serokatî, parlamento û hikûmeta herêma Kurdistanê ye, baştirîn wefadarî bo xebat û tekoşîna cemawerê wî bajarê xweştivî pêşkeşkirina xizmetgozariyên zêdetir e.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Civîna Serok Barzanî li gel xwendekaran (Video)

Îro çarşemiyê 08.06.2011 Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li destpêşxeriyeke bê wêne da li gel 150 xwendekarên jêhatî û serkeftî yên parêzgehên Kerkûk, Hewlêr, Dihok, Silêmanî û îdareya Germiyan civiya....



Daxuyaniya hikûmetê li dor xwenîşandana Silêmaniyê Roja 17.02.2011ê li bajarê Silêmaniyê xwenîşandanek hat saz kirin ku çand aliyek tê de başrdar bûn. Lê belê grûpeke kesên şeroke û têkder yên nava ...
Salih: Ji karên hikûmetê perwerde û xandin di dereceya pêşî de ne
       Di berdewamiya kampaniyaya hikûmeta herêma Kurdistanê ya avakirina xwendingehên modern, roja 22.05.21010ê Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê kevirê bingehîn bo avakirina xwendingeheke ...
Serok Barzanî du nûnerên xwe dişîne ba xwenîşanderan
Duhî li bajarê Selahedînê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê digel şandeyeke civata wîlayeta Silêmaniyê ku, ji serokê civatê û nûnerên PDK, YNK, Goran, Yekgrtoya Îslamî ...
Komîteya emnî: Êdî bes e
Komîteya emnî ya bajarê Silêmaniyê di daxuyaniyekê de xwenîşandanên bê destûr û derveyî qanûnê qedexe kirin. Ango li gor daxuyaniya komîteya emnî îro li Berderkî ...
Rewşenbîrên Duhokê li ser bûyerên Silêmaniyê çi gotin
Xelkê Duhokê bi hûrî çavdêriya bûyerên li Silêmaniyê diqewim in dike û ya ku me dilgiran deke ewe ku bikaranîna şidet û têkdanê ye. Raste, me hemûyan gilî û gazinde ji gendeliyê hene. Lê neşerte ya ku li Silêmaniyê rû dide li Hewlêr û Duhokê jî dubare bibe, ji ber hu hêşta şûnwarên duîdareyî mane û Silêmaniyê taybetmendiya xwe heye...