Malper | Civak | Kampa Barzanî li Wanê

Kampa Barzanî li Wanê

Duhî êvarê (18.11.2011) karwanê alîkariyên saziya xêrxaziyê ya Barzanî gihişte bajarê Wanê û ji aliyê Munîr Peruglu waliyê Wanê û serokê şaredariya Wanê ve hat pêşwazî kirin.

Musa Ehmed cîgirê serokê saziya xêrxaziyê ya Barzanî di preskonferensekê de behsa wê alîkarî û komeke ji herêma Kurdistanê bo xelkê Wanê hatiye hinartin kir. Waliyê Wanê jî sipasiya saziya xêrxaziyê ya Barzanî û herêma Kurdistanê kir û bi taybetî sipasiya xemxoriya Mesrûr Barzanî ku roleke mezin di komkirina alîkariyê bo xelkê lêqewmiyê Wanê de hebû, kir û got:
- Ew alîkariya îro saziya Xêrxaziyê ya Barzanî gihandiye Wanê, mezintirîn alîkariya ku heta nuha gihişiye lêqewmiyên erdheja Wanê. Xelkê Wanê bi wê alîkariyê gelek kêfxweş in, bi taybetî bo du sed xaniyên seyar ku di vê dema berfir û baranê de gihiştine lêqemiyan.
Li gor Kurdistan TV-ê, Musa Ehmed cîgirê serok û şandeya saziya xêrxaziyê ya Barzanî digel Beşîr Atalay wezîrê navxweyê Tirkiyeyê civiyan û di civînê de wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê ew alîkariyên saziya Xêrxaziyê ya Barzanî bo bajarê Wanê bilind nirxand.

Herwesa şandeya saziya xêrxaziyê ya Barzanî srerdana şaredariya Wanê kir û ji aliyê Bekir Kaya serokê şaredariyê ve hat pêşwazî kirin.
Serokê şaredariya Wanê di axavtina xwe de got:
- Ew alîkariya ji herêma Kurdistanê karekî gelek pîroz e û bi navekê gelek pîroz hatiye ku ew jî navê Barzanî yê nemir e. Birayên me li başûr bi riheke netewî di hewara xelkê Wanê hatin û xelkê bajarê Wanê tu carî vê alîkarî û qenciyê ji bîr nake.
Li gor KTV-ê di preskonferensê de, Musa Ehmed cîgirê serokê saziya xêrxaziyê ya Brzanî daxaz ji waliyê Wanê kiriye ku ew du sed xaniyên ji aliyê saziya xêrxaziya Barzanî ve bo xelkê Wanê hatine li cîyekî bên danan û navê kampa Barzanî lê bê kirin. Waliyê Wanê jî sozda ye ku ew kamp bi nave Barzanî bê dirust kirin.

Mediya tirkî jî gelek cî daye alîkariyên başûrê Kurdistanê bo Wanê. Haberciniz di nûçeyeke xwe de li jêr nave ( Ji aliyê pêşmergeyan ve 113 TIR alîkarî bo lêqewmiyên erdheja Wanê gehişte Tirkiyeyê) dinivîse:
- Ew alêkariyên ji aliyê saziya xêrxaziyê ya Barzanî ve hatine komkirin gihiştine Tirkiyeyê û Beyar Ehmed berprisê alîkariyê îşaret bi wê yekê kir ku ew ji herêma Kurdistana Îraqê hatine û 113 TIR û 220 xaniyên seyar bo xelkê Wanê bi xwe re anîne û ev alîkarî weke wefadariyek berwamber wê alîkariya beriya nuha Tirkiyeyê ji me re kirîye ye. Wê dema em li jêr befir û baranê bûn, xelkê Wanê, Hekariya û hemû Tirkiyeyê alîkariya me kir û ew alîkariya wan ji bîra me naçe.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Qeyrana li Rojhilata Navîn û rewşa Kurdistanê

Di bernama Bergeh ya rêvebiriya rojnemevan Cemal Batun de, siyasetmedarê Kurd Dara Bîlek û nivîskar Keya Îzol qeyrana li rojhilata navîn û rewşa Herêma Kurdistanê dinirxînin....



Analîzek li ser bûyerên Zaxoyê
    Dibe ku pirsgirêka rabîteya Îslamî û dezgeha xêrxwaziyê ya Barzanî aliyekê din yê problemê be Ya kul i Badînan qewimî bûyereke sade nebû û zû jî ...
Tevî azarên xwe em di xema azarên xelkê din jî de ne
Li jêr diruşmê (tevî azarên xwe em di xema azarên xelkê din jî de ne) îro bi amadebûna Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê, ...
Serokê hikumetê pêşwazî rêxistina Rand kir
Hewlêr - Berhem Salih serokê hikûmeta herêma Kurdistanê bi amadebûna Elî Sindî wezîrê pilandananê yê herêma Kurdistanê di gel şandeyeke rêxistina Rand ya amerîkî ku ...
Nêçîrvan Barzanî ji rojnameyeke tirkmanî re axivî
herêma Kurdistanê bi pêngava Bereyê Tirkmanî ku baregayên xwe li Hewlêrê vekirinegelek kêfxweş e. Ez hêvîdarim ku ew biratîya navbera hemû neteweyên li herêma Kurdistanê dijîn heye, roj bo rojê zêdetir û baştir bibe, çunkî me tu çareyên din nînin û em hemû birayên hev in û divê bi hev re bijîn...
Serokê Kurdistanê û waliyê Hekarî li Selahedînê civiyan
Waliyê Hekarî Muammer Turker bi serkatiya şandeyekê serdana herêma Kurdistanê kir û duhî /16.01.2011) li Selahedînê ji aliyê Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê ve hatin pêşwazî ...