Malper | Civak | Barzanî li ser facebook a xwe serxweşiyê li malbata Mitterand kir

Barzanî li ser facebook a xwe serxweşiyê li malbata Mitterand kir

Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro li ser facebook a xwe taybet de serxweşiyê li malbata Danielle Mitterand kir ku eve jî naveroka peyama Serok Barzanî ye.

 Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê îro li ser facebook a xwe taybet de serxweşiyê li malbata Danielle Mitterand kir ku eve jî naveroka peyama Serok Barzanî ye.

 Bi xem û kovaneke mezin îro min nûçeya koça dawiya dostê kevinê gelê Kurd Xanim Danielle Mitterrand bihîst. Bi vê bûyerê ez gelek gelek xemgîn bûm, ji ber ku xwedê jêrazî hevsozekî kevinê doza gelê me bû. Dema li sala 1989 me pêşwaziya wê kir ku me behsa nehametiyên gelê Kurd bo wê kir, çavên wê bi rondikan tije bûn. Xwedê jêrazî roleke xwe yê ber bi çav li nasandina doza gelê me ya cîhana derve de hebû û ew yek ji dakokîkera serekî bû, bi taybetî li karesatên enfal û kîmyabaran û koçbera dîrokiya sala 1991 bû. Ji bo wê yekê rola vê xanimê nayê ji bîr kirin û her dem dê li bîramede bimîne. Pirse û serxweşiya xwe ji malbata xwedê jêrazî re radigihînim û hevbeşa xema wanim.

 Hêjayî gotinêye ku Danielle Mitterand li roja 06.10.2009 serdana başûrê Kurdistanê kiribû û li parlemena Kurdistanê de axaftinek pêşkêş kiribû.

 Ji bo dîtina naveroka gotara xanim Danielle Mitterand ya li Parlemena Kurdistanê ji kerema xwe li vê lînka li jêr bitikînin...

 http://krp.org/kurdil/articledisplay.aspx?gid=1&id=2303

 

 

 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Li Swêdê kurd taziya Mitterand datînin
Komeleya Kurdî li Uppsalayê, shîna Danielle Mitterrand, datînê....
Bedirxan: Li peymana Parîs de keda Dr Tissot geleke
Divê em ji bîr nekin ku ev peyman wisa bi hêsanî pêknehatiye û keda gelek kesan heye ku divê destxweşî li wan kesan bête kirin. Bi taybetî jî Dr Fredric Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr û di vî warî de keda wî ya gelek mezin heye û ez spasî û destxweşiyê li wî dikim û rêz û hurmeteke minê bê dawî ji bo Dr Fredric Tissot heye....
Hevpeyvîna serok Barzanî bi Şerqiye re, beşê yekem
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevdîtineke taybetî de bi kanala Şerqiye ya Îraqê re rewşa siyasî ya aloz a Îraqê şîrove kir. Barzanî di hevpeyvîna ...
Barzanî serxweşiyê li malbata dîrokzan Lazarev kir
Mamostayê xwedê jê razî bi dirêjahiya temena xwe de li rêya nivîs û lêkolînan ve xizmeteke mezin ji bo gelê Kurd kiriye û dîroka wê ji tûnebûnê rizgar kiriye. Ji bo wê yekê jî koçkirina xwedê jê razî ziyanek bû ji bo gelê me û bi warê Kurdnasî û xizmetê de herdem li ber çav dibe....
Li facebook a kurdî xwedî derkevin
Ji bo kesên evîndarên zimanê kurdîTirkan wergerên facebook a kurdî bi çêrên bi tirkî re guhertine.Ji kerema xwe, hûn dikarin peyama îngilîzî ya li jêr(an ...