Malper | Civak | Danielle Mitterand (dayîka kurda) koça dawî kir

Danielle Mitterand (dayîka kurda) koça dawî kir

Danielle Mitterand

Îro li paytexta Fransayê li Parîsê  dosta  gelê kurd û hevjîna serokê berê yê Franseyê Xatû Danielle Mitterand di jiyê 87 salîda wefat kir.
Danielle Mitterand, ji bilî ku hevjîna serokê Franseyê bû, ew kasatiyeke siyasî û mirovdost û xêrxaz bû.Wê di dirêjahiya jiyana xwe de alîkarî û hevkariya gelên bindest kiriye.

Mitterand yek ji dostên herî girîng û nêzîk yên gelê kurd bû û di qonxanê nexweş û dijwar de gelek hevkariyên girîng pêşkêşî gelê kurd kiriye. Bitaybetî dema xelkê başûr ji ber êrîşên enfalan yên rijêma diktatorê berê Sedam Hisênî ber bi bajarên bakurê Kurdistanê çûyîn, Danielle Mitterand di hewara koçbarên kurd çû Tirkiyeyê û serdana kampên kurdên başûr lê bi cih bûyîn  kir. Hîngê xelkê navê kir (Dayîka Kurda)

Danielle Mitterand çend careke serdana herêma Kurdistanê kiriye. Dawî car wê di sala 2009ê de serdana herêma Kurdistanê kir û ji aliyê serokê Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin. her di vê serdana xwe de Danielle Mitterand li parlamentoya Kurdistanê peyveke pêşkeşî xelkê Kurdistanê kir û wê got: ”Ez hest dikim ez li welatê xwe me û em ji yek malbat in.”

Rehmetî Mitterand di sala 1924an de li Bakûrê Rojhilata Franseyê de jidayik bûye û di sala 1944and de tevî serokê berê yê Franseyê jiyana hevbeş pêk aniye û di sala 1986ê de jî navenda Frans Lebiretî jî damezrandiye.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serok Barzanî xelata Aştî û Çalakiya Dîplomasiyê wergirt (Video)

Îro şemîyê 07.05.2011 li çarçoveyê merasimeke taybet da, profesor Robert Bendetson endamê borda zanîngeha Tufts (Tufts University) û endamê encumena birêvebirina (Institute For Global Leader Ship) a ser bi wê zanîngehê ve, xelata Aştî û Çalakiya Dîplomasiyê bi Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bexşî. ...



Li Swêdê kurd taziya Mitterand datînin
Komeleya Kurdî li Uppsalayê, shîna Danielle Mitterrand, datînê....
Bedirxan: Li peymana Parîs de keda Dr Tissot geleke
Divê em ji bîr nekin ku ev peyman wisa bi hêsanî pêknehatiye û keda gelek kesan heye ku divê destxweşî li wan kesan bête kirin. Bi taybetî jî Dr Fredric Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr û di vî warî de keda wî ya gelek mezin heye û ez spasî û destxweşiyê li wî dikim û rêz û hurmeteke minê bê dawî ji bo Dr Fredric Tissot heye....
Axaftina Barzanî li vekirina Mala Fransî ya Çandin û Jîngehê li Hewlêr (Video)
Pêwendiya Kurd û Fransa pêwendiyekî dîrokiye û herdem ew pêwendî bi dostane bûye. Li hemû serdanên me yên Parîsê me hest kiriye ku welatê Fransa soza xwe beramber bi pirsgirêkên gelê Kurdistanê hebuye. Eve jî her li serdema General Dîgol û Mitterand de û heta niha jî ku Serok Sarkozy e berdewame. ...
Barzanî Sarkozy Vexwand Kurdistanê
Hevdîtina di navbera  serokê Kurdistanê û serokê Fransayê de pêkhatî ji aliyên pisporên siyasî ve hevdîtinek gelek serkeftî hate nirxandin. Di dawiya hevdîtinê de, Serokê ...
Kurdistan ji aliyê Tirkiye ve fermî tê naskirin
Rojnemavanê tirk Cemal Uşşak di nivîseke xwe de ku, di malperê Café Siyaset de weşandiye, behsa rastiya hebûna herêma Kurdistanê dike û dinivîse:- Berî her ...