Malper | Civak | Nêçîrvan Barzanî: Danielle Mitterand hêjayî naznavê (dayîka kurdan) e

Nêçîrvan Barzanî: Danielle Mitterand hêjayî naznavê (dayîka kurdan) e

Danielle Mitterand li parlamentoya Kurdistanê 2009

Bi minasebeta wefatkirina Danielle Mitterand dosta dêrîna gelê kurd, Nêçîrvan Barzanî cîgieê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê peyameke sesaxiyê pêkeşî malbat û dostên xwedêjêraziyê kir:

Bi bihîstina wefat kirina dosta dêrîna gelê kurd û palewana dadperwerî  û mafên mirovî xatûn Danielle Mitterand, ez  gelek xemgîn û dilgiran bûm.

Min çend carekan ew xatûna birêz dîtiye û min helwestên wê yên li hember doza rewaya gelê kurd, bi taybetî di rojên dijwar de, bilind nirxandine.

Ez kêfxweş bûm ku xwedêjêrazî berî demekê karî serdana herêma Kurdistanê bike  û xwendingeha Danielle Mitterand li Hewlêrê veke.

Gelê kurd weke qehremanekê li xatûn Danielle Mitterand dinihêre û wê tu carî wê jibêr nake.  Bê guma ew hêjayî naznavê (dayîka kurdan) e û nifşê bê dê wê bi rêz û hurmet li bîr bîne.
Careke din sersaxî û hevxemiya xwe pêşkeşî  malbat û dostên xwedêjêraziyê dikim.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Jinekê êrîşê Esad kir(Vîdeo)

Doh serokê Sûrî Bişar Esad axavtinek kir û naveroka axvtina wî de tiştek tunebû. Piştî axvtina xwe xilas kir û li otomobila xwe swar bû jinekî ji nav xelkê çû ber otomobila wî û ew protesto kir û tif kir.Piştî bûyerê akibeta wê jinê nayê zanîn....



Li Swêdê kurd taziya Mitterand datînin
Komeleya Kurdî li Uppsalayê, shîna Danielle Mitterrand, datînê....
Bedirxan: Li peymana Parîs de keda Dr Tissot geleke
Divê em ji bîr nekin ku ev peyman wisa bi hêsanî pêknehatiye û keda gelek kesan heye ku divê destxweşî li wan kesan bête kirin. Bi taybetî jî Dr Fredric Tissot Konsolê Giştî yê Fransa li Hewlêr û di vî warî de keda wî ya gelek mezin heye û ez spasî û destxweşiyê li wî dikim û rêz û hurmeteke minê bê dawî ji bo Dr Fredric Tissot heye....
Nêçîrvan Barzanî: Divê rijiyana vê hemû xwînê raweste
  Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di malpera xwe ya Facebookê de, peyameke hevxemî û sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên bombebarana gundê Roboskî li Qilebana ...
Axaftina Barzanî li vekirina Mala Fransî ya Çandin û Jîngehê li Hewlêr (Video)
Pêwendiya Kurd û Fransa pêwendiyekî dîrokiye û herdem ew pêwendî bi dostane bûye. Li hemû serdanên me yên Parîsê me hest kiriye ku welatê Fransa soza xwe beramber bi pirsgirêkên gelê Kurdistanê hebuye. Eve jî her li serdema General Dîgol û Mitterand de û heta niha jî ku Serok Sarkozy e berdewame. ...
54mîn salvegera Partiya Demokrata Kurd (Partî) pîroz kir
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, bi minasebeta 54mîn salvegera damezrandina Partiya Demokrata Kurd a li Sûriyeyê (Partî), peyameke pîrozbayiyê pêşkêşî sekreterê komîteya merkezî ya vê partiyê ...