Malper | Civak | Li Hewlêrê şîrketa taksî (By women ..for women)

Li Hewlêrê şîrketa taksî (By women ..for women)

Li Hewlêrê yekemîm şîrketa taksî bi navê (By women ..for women) taybet bo jinan hat vekirin.

Lana Xoşaba (25) kul i Eynkaqwe li bajarê Hewlêrê dijî, hizra vekirina şîrketeke taksî tyabet bi jinan kir  şirketa binavê (By women ..for women) ava kir.

Xoşaba ji ajansa Routers re got ku ew tecrûbeye li welatê Libnan û Îmaratê hatiye tecrûbe kirin û bi awayekî ber bi çav serkeftin bidest ve anîye her ji ber hindê ”Mejî mej î xwest wê tecrûbeyê li herêma Kurdistanê tecrûbe bikin) û dibêje:

- Li destpêkê me şik hebû ku ev hizre li Hewlêrê serbikeve, lê serkeftineke baş bi dest ve anî û bi awayekî gerim ji aliyê xelkê ve hat pêşwazî kirin.
- Di meha oktoberê de me kompaniya xwe ava kir. Ji sed hezar dolaran dest pê kir, niha sê taksî û du şofêrên me hene. Lê di pilana me deye ku em zêde bikin. Buhayê taksiyên me ku taybet bi jinan e ji taksiyên normal buhatire.

Jineke bi navê Lorîn li Hewlêrê re got kur raste buhayê van taksiyên taybet bo jina girantire, “Lê em gelek bi dilrehetî û bê tirs digel şofêrên jin digerin.”

Lana Xoşaba xwediya şîrketa (By women ..for women) got ku di sala 2012ê de ew dê li Silêmaniyê û Duhokê jî şîrketa xwe vekin.

 

Rojevakurd


Nêrîn (1 nivîsand):

Balagesh di 23/11/2011 15:31
avatar
Bila navê fîrmayê bi kurdî ba. Ev jî heyraniya rojavayiyan e? Ma em Kurd kengî koleyên rojavayiyan bûn?

Li Kurdistanê chima zimanê fermî îngilîzî ye? Kurdî ne zimanek e?

Îmaret û shêxên ereban ketine ruhê we, we ji ruh ve teslîm girtine. Ereban di qada sher de nikaribûn bi we, lê kûltûra xwe dan we.

Ez ê reklameke xweshik bo fîrmayê chêbikim. Xwedê mezin e.

Heqaret li kurdî, li jinên kurd, li karsazên kurd, li taksîgerên kurd kirine.

Heger ji bo tûristan e, bila ligel kurdî bi îngilîzî jî navê taksiyê danîna, lê tenê îngilîzî dide der ku li Bashûr roj bi roj ruhê kurdayetiyê dimire.
Thumbs Up Thumbs Down
0
Serhev : 1 | Nîşan : 1 - 1

Nêrîna xwe birêke comment

Kurtejiyana Dr Nureddîn Zaza (Video)

Kurtejiyana Dr Nureddîn Zaza bi belgefilmeke nû de hatiye amadekirin. Amadekarê vê belgefîlmê Mehmud Lewendî, li gel Sînemxan Celadet Bedirxan, Dr Kendal Nezan, Emer Şêxmûs û Reşo Zîlan hevpeyvînek derbarê Nureddîn Zaza de saz kiriye....



General Enerjî berê xwe da Kurdistanê
Îirketa Tirkî General Enerjî ji milyarek dolar li dexistina paetrolê serf dike...
Piştî geştên esmanî, Lufthansa civînek li Hewlêrê saz kir
Duhî êvarê li hewlêrê li Hotêla Xanzadê, bi amadebûna Kerîma Şingarî wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê, ...
Piştî Lufthansa Turkish Airlines jî difire Hewlêrê
Duhî 25.04.2010ê Şîrketa balafiran Lufthansa a almanî (Deutsche Lufthansa AG), piştî 20 salan ji dabirînê,  yekemîn sefera esamnî ji Frankfurt bo Hewlêrê dest pê kir, ...
Geştên asmanîyê Abu Debî-Hewlêrê destpêkirn
Îro piştî nîvro 01.06.2010ê bi amadebûna Enwer çelebî wezîrê guhastin û gehandinê yê hikûmeta herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma ...
Nivîsgeha Kosret Resul, nûçeyeke ya KNN-ê ya ser bi Şîrketa Wişeyê, derew derxist.
Di aşkerekirinekê de nivîsgeha cîgirê yekê yê sekreterê giştî yê YNK’ê, nûçeyeke çêkirî ya Televîzyona KNN’ê ya ser bi Şîrketa Wişeyê, derew derxist.Di aşkerekirinê de ...