Malper | Civak | Berpirsek girîng yê MIT-ê hate girtin

Berpirsek girîng yê MIT-ê hate girtin

Mehmet Eymur

 

Berpirsê MIT-ê (Teşkîlata Îstixbarata netewî ya Tirkiye)yê daîra kontorterorê yê berê Mehmet Eymur li ser daxwaziya dozerê Enqere hate binçavkirin. Sedemê binçavkirina Mehmet Eymur kuştina gelek kesên bê serûşûn e.

Wek tê zanîn di demekî de gelek kesayet û siyasetmedarên kurd  ji aliyê dezgehên dewletê yên tarî ve hatin kuştin. Heta niha jî kujerên wan ne kifşin. Niha di vê derbarê de hinek doz hatine vekirin û di çerçova van dozan de gelek kes hatine binçavkirin.

Mehmet Eymur kiye:

Mehmet Eymur serokê daira MIT-ê yê Kontorterorê bû. Mehmet Eymur  jiyana xwe tevê di MIT-ê de kar kiriye û gelek berpirsiyarên girîng kirîne.
Navê Mehmet Eymur gelek bûyerên cuda de derbas dibe. Demekî her tişt di nav MITê de di kontrola Eymur de bû.

Eymur piştî teqeut bû, li Washington cih bû. Li vê derê rêya malperek taybet gelek belgeyên MIT-ê û tiştên cuda weşandin. Behsa gelek bûyeran kir. Malpera Eymur di bin nave, atin.org de weşan dikira.

Sala 2033-ê Mehmet Eymur vegera Tirkiye. Ji bo weşanên kirîn bi tuhmeta eşkerekirina sirên dewletê hate darizandin. Herweha ji bo ku hakaret li serokê MIT-ê yê berê kirî di derbarê wî de doz vebûn. Ji van dozan dadgehê 7 sal cezayî zindankirinê da Eymur. Lê dadgehê cezayê Eymur quliband pere û Eymur ji zîndanê xilas bû.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Civîna Rojnamevaniya Serok Barzanî li Bexda (Video)

Civîna rojnamevaniya Serokê Herêma Kurdistanê ya piştî kombûna asta bilinda serkirdeyên Iraqê...



Mehmet Eymur bênderên kevin dide bayê
Vepirsîna ku li ser îtîrafên endamê  tevgera taybet yê berê û girtîyê Susurluk’ê Ayhan Çarkin dabû dest pê kirin, hefteya borî kete pêvajoyeke nû. Bi ...
Gelo dora Tansu Çiler e?
Berpirsê MIT-ê (Teşkîlata Îstixbarata netewî ya Tirkiye) yê daîra kontorterorê yê berê Mehmet Eymur li ser daxwaziya dozerê Enqere hate  binçavkirin û nêzikî 6 demjimêra ...
``Failî Mechul`` tawanbar dewlet e
Li Tirkiye di qonaxêkî de gelek tiştên taybet çêbûne. Gelek caran behsa dewlet a kûr yan jî hêzên dewletê yê tarî hatiye kirin û tê ...
Lingê sîyasetê ya dewleta kûr
Dewleta kûr hêdî hêdî safî dibe, her tim perçeyekî ku safî nedibû hebû… Cara ewil Ecevit navê vê teşkîlatê, wek “Kontrgerîlla” bi nav kir. Ji ...
Ji bo Baransu 10 sal cezayê zindanê tê xwestin
Mehmet Baransu, rojnemevan e û di rojnema Tarafê de kar dike. Barzansu heta niha piraniyê nûçeyên di derbarê leşkeran de belav kirine û tawanbariya wan ...