Malper | Civak | 40 malbatên bajarê Wanê çûn başûrê Kurdistanê

40 malbatên bajarê Wanê çûn başûrê Kurdistanê

 

Hijamreke malbatên bajarê Wanê li bakûrê Kurdistanê, piştî erdhejê, ji ber rewşa xeraba jiyanê û ji tirsa dubarebûna erdhejê, qesta devera Amêdiyê li başûrê Kurdistanê kiriye.

Li gor rojnameya War ku, li Duhokê derdikeve, 40 malbatên lêqewmiyên bajarê Wanê, ji ber rewşa xeraba jiyana wan û ji tirsa dubarebûna erdehejê, qesta başûrê Kurdistanê kiriye û li devera Amêdiyê li kampa Şêladizê akincî bûne.

Rebiya Elî yeke ji wan kesên koçbr ji rojnameya navborî re behs asedam hatina wan malbatan bo başûrê Kurdistanê kir û got:

- Ji ber rewşa xeraba jiyana me, em neçar bûn koçberî başûrê Kurdistanê bibin. Em ji aliyên peywendîdar dixazin ku di hewara me werin û bi zîtirîn deme alîkariya me bikin. Me hemû tiştê xwe li wê derê bi çî hêlaya û qesta herêma Kurdistanê kiriye.

- Nuha rewşa jiyanê li bajarê Wanê û derdûra wê gelek dijware. Hikûmeta Tirkuyê jî weke pêwîst alêkariya hevwelatiyên kurd nake.

Qadir Ezîz rîvebirê şaredariya Dêrelokê jî got ku navê wan malbatyên ji Wanê hatine Şêladizê hatiye qeyd kirin û alêkariyên destpêkî jê re hatîne dabîn kirin dû di demek nêzîk da dê alîkariya bo wan malbatan bê dayîn.

Weke tê zanîn piştî erdheja Wanê û derdşra wê, gelek mabatên kurd ji wê herêmê ber bi bajar û herêmên din çûn. 

 

nûçeyîn peywendîdar:

http://www.rojevakurd.com/civak/8875-Wan-milyonek-insan-derve-dij.html

http://www.rojevakurd.com/civak/8764-Wan-601-mir-4152-birndar.html

 

Rojevakurd


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Pirsa Kurd û rewşa rojhilata navîn(Vîdeo)

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso TV de bi berpirsiyariya rojnemevan Cemal Batun de, pêşketinên dawî ya rojhilata navîn û pirsa doza Kurd û li van pêşketinan de rewşa Herêma Kurdistan û Tirkiyê dinirxînin....



24'ê Sermawez
24ê Sermawez Di sala 1976’an û di rojekê wek îroyê de û seat di  12:22’ê  de li bajarê Wanê erdhejekî bi mezinahiya 7.5 pêk hat û ...
Waşîngton Post: Îran bi gelek rêyan alîkariya Sûryeyê dike
Rojnameya Waşîngton Post di raporeke xwe de eşkere dike ku ji bo jinavbirina xwepêşandanên cemaweriyên sûrî, Komara Îslamiya Îranê bi gelek rêyan hevkarî û alîkariya ...
Kurdistanpost bi 80 hezara pound li Londonê hat ceza kirin
Malpera kurdi www.kurdistanpost.com li ser biryare dadgeheke berîtanî  85 hezar Pound  tezîmînat dan şefredaktor û du endamên redaksyona rojmaneya El-şerq El-ewset ku, ji Londonê bi ...
Duhok Wane yek ax û zimane yek xem û kovane
Bi armanca komkirina alîkariyê bo lêqewmiyên erdheja Wanê, Vin Produktion bi hevkarî digel grûpa dewletbûnê dê di roja pêncîemiyê 03.11.2011ê li jêr dûrîşmê (Duhok Wane, yek ax û zimane, yek xem û kovane) li hola Mihemed Arifê Cizîrî konsertekê bo hinermendên Duhokê saz bike. ...
Erdhejiya Wanê û rewşa Wan
Behra Wanê û çiyayê Eregê digrîn ji zarokên xwe re pir xemgîn in e. Çiya hisrê çavê xwe bi berfê dike der, behr jî mîna ...