Malper | Civak | Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin

Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin

Dikanên Dêrelokê

Li Amêdiyê 4 dikan û li Silêmaniyê senterek masajê hatin şewitandin

Li bajarokê Dêrelokê yê girêdayî Amêdiyê grûpeke xurtan êrîş bi ser dikanên meyfirûştinê û hijmaeke dikanan şewitandin

 

Li gor çavkaniyan, duhî bi şevê nêzîkî 30-40 xurtan êrîş bir ser dikanên meyfiroştinê li bajarokê Dêrelokê û 3-4 dikan şewitandin. Lê hêzên polîs gihiştin cîyê bûyerê rewş kontrol kir..

Her dduhî, li bajarê Silêmaniyê snterekeê masajê ku dikeve ser cadeya Melik Mehmûd ji aliyê çend kesên ne naskirî ve hat şewitandin.

Xalid Mawetî rêvebirê asayîşa bajarê Silêmaiy di daxuyaniyekê de got ku duhî bi şevî grûpeke xurtan êrîş kir ser senterê masajê li ser cadeya Melik Mehmûd û şewitand û got:

- Grûpeke xurtan êrîş kir ser senterê masajê li destpêkê bi keviran camên senterî şikandin û pêşî agir pê xist. Di wê demê de senterê masajê kar nedikir û ziyanên canî nînin. 

Weke tê zanîn roja îniya çûyî, bi fetwayeke melayekî, xelkê bajarê Zaxoyê êrîş kir ser senterên msajê, dikanên meyfirştinê û hotel û gazînoyan û ew şewitandin.  Cemawerê Kurdistanê Yekgirtuya Îslamiay Kurdistanê bi van kiryarên têkder tawanbar dikin. 

Serok Barzanî jî ji bo aramkirina rewşa duhî serdana Zaxo û Duhokê kir û ji bo lêkolîna wan bûyeran biryar da ku komîteyek bê pêkanîn.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Hunermendekî hatî ji bîr kirin: Salihê Kemençebêjê Sêrtî

Temenê Salihê Kemençebêj bi awayeke zelal nayê zanîn lê ew li bajarê Sêrtê li dayik bûye û heta niha jî li wir dijî. Salihê Kemençêbêj hunera kemençebêjiyê ji bav û kalên xwe fêr bûye. Wî li qada Anfi- Tiyatroya bajarê Sêrtê çendîn konseran li dar xistiye û her wiha li bajarê Amedê beşdarî Şevbihurka Dengbêjên Kurdistanê kiriye. Salihê Kemençebêj çendîn car zewacê kiriye lê bi tenê yek keça wî heye ku ji bo wî ew keç hejayî 10 mêrane.. Keça Kemençebêj jî zewac kiriye û li bajarê Şirnexê dijî......



Serok li Zaxoyê ye
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî îro sibehê giha bajarê Zaxo. Roja înê li bajarê Zaxo, piştî nimêja înê bi dehan kes ji mizgeftê derketin û êrîş ...
Parlamentoya Kurdistanê 8 biryar dan
Parlametoya Kurdistanê du civînên awarete li ser minaqeşekirina bûyerên Zaxo û deverêndin saz kirin. Civîna yekem roja sêşemiyê 07-12-2011ê û civîna duyemjî 08-12-2011ê bû.  Di civîna ...
Ji bûyerên dawiyê diyar bû Goran bin tesîra îslamiyan e
Piştî aloziyên bajarê Zaxoyê ku di roja înîya 02.12.2011ê îslamiyan êrîşî ser dikanên meyfirştinê, cihên masajê, hotêl û cihên din yên tûrîstî kirin, minaqeşeyeke berfireh ...
Mela Îsmayîl: Yekgirtu li pişt aloziyên Zaxoyê ye
  Mela Îsmayîl Osman, yê kut ê tawanbar kirin ku wî di xutebya nimêja îniyê de xelik handaye ku eîşî cîyêm tûrîstî bikin, di hevpeyvîneke xwe ...
Wezareta navxwe li dor bûyerên Zaxoyê daxuyanî da
Li dor bûyerên bajarê Zaxoyê berdefkê wezareta navxwe wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek da û ev li jêr naveroka wê daxuyaniyê bixwîne: Îro (duhî) ...