Malper | Civak | Li Diyarbekirê kuştinek tarî

Li Diyarbekirê kuştinek tarî

Murat Elibol 21 salî

Xwendevanê zanîngehê Murat Elibol tevlî xwepêşandana BDP-ê bû. Murat Elibol guleyek ji pitê ve xwar û jiyana xwe ji dest da. Berpirsê asayîşê îdiayên ku Murat ji aliyê polisan ve hatiye kuştin qebûl nake. Komela mafê mirova û BDP dibêjin  ku provakasyonek di vê kuştinê de heye.

Piştî xwepêşandana BDP-ê li Diyarbekirê, Murat Elibol xwendevanê zanîngehê li taxa Baglarê li erdê birîndar hate dîtin. Murat ji pişta xwe guleyek xwaribû û birîndar bû. Ew rakirin nexweşxanê lê jiyana xwe ji dest da. 

Termê Murat her di wê şêvê birin qezaya Çinarê û weşartin. Di gelek malperan de hate nivîsandin ku Murat bi guleya polisan jiyana xwe ji dest daye. Li ser vê pirsê parêzerê Diyarbekirê Mustafa Toprak daxuyaniyek da rojnama Tarafê û got:Tu pêwendiya vê bûyerê û polisan bi hevre tuneye.Li cihê cesedê Murat hatî dîtin polis tuneye. Ne mimkine ku ew bi guleya polisan hatibê kuştin. Em niha dixebitin ku vê pirsê zelalal bikin.Guleya ku ji laşê Murat hatî derxistin  7.65 e. Polis van guleyan kar nayne.

Sekreterê komela mafê mirovan yê şaxa Diyarbekir M.Recai Bilici dibêje ku, zanebûnek me bi zelalî di derbarê kuştina Murat Elibol de tuneye. Serokê BDP-ê yê Çinare got: Dibê ku ev guleya polisan bê û dibê jî ev provakasyonek bê. Bila ev bûyer bête zelalkirin.

Hinek pirs hene ku divê bersiva wan bêne dayin:

-Gelo cihê ku Murat lê hatî kuştin, tu xwepêşandan çêbûn? Eger çêbûbin polis  midaxele kir yan na?

-Polis dibêje ku guleya ji laşê Murat hatî derxistin 7.65 e. Tu raporên otopsiyê bi fermî di vê derbarê de hene? Bêku otopsî bête çêkirin çima bi lez cesedê Murat veşartin?

-Gelo Kamerayêm mobessa li wan dikanên li devera ku bûyer bûyî hatin dîtin?

-Gelo kesek ji bo vê bûyerê hatiye girtin?

-Li Diyarbekirê berê BDP li van bûyeran de gelek reaksiyonen mezin nîşan dida. Li cenaza xwedî derdiketa lê çima di vê bûyerê de bê deng ma?

Taraf/Werger Rojevakurd

 

Nûçeya peywendîdar:

http://www.rojevakurd.com/civak/9021-Polisan-gencek-kurd-kut.html


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Mîr Celadet Bedirxan 1893 - 1951 SINEMXAN BEDIRXAN (Video)

Bîranînên Sînemxan Bedirxan li gel bavê wê Mîr Celadet Bedirxan (1893 - 1951) ...



Îdia:Karayilan hatiye girtin
Îdia: TRT di nûçeyek ya xwe de îdia dike ku, Murat Karayilan ji aliyê hêzên Îranî ve hatiye girtin....
PKK: Karayílan nehatiye girtin
PKK-ê da xuyakirin ku Murat Karayilan ji aliyê hêzên Îrani ve nehatiye girtin.....
Burkay bersiva gotinên Karayilan da
Ji berî niha demekî Murat Karayilan ji bo hevpeyvînek ya siyasetmedarê kurd Kemal Burkay, gelek bi tundî êrîşê Burkay kiribû. Murat Karayilan daxûyaniya ku dayî ...
Fermandarek din hate girtin
Di çerçova doza  plana `` Balyozê`` de serfermandarê cendirma yê bajarê Balikersîrê, Albay Murat Ozçelik ji aliyê dadgehê ve tawanbar hate dîtin û biryara girtina ...
Dê Evren bê darizandin
Dê demek nêzik parêzerê Enqere Murat Demîr serokê darbeya leşkerî yê 12-ê Îlona 1980-ê û hevalên wî bixweze dadgehê da ku ji bo tawanê ku ...