Malper | Civak | Lêpirsîn digehe Tansu Çîller

Lêpirsîn digehe Tansu Çîller

Li Tirkiye hêdî hêdî bê jî û bê deng bê jî bûyera herî girîng bi awayekî ber bi vekirinê ve diçe. Wek tê zanîn di salên 90-î de nêzikî 17 hezar kesayetên, kurd, rewşenbîr, siyasetmedar, karsaxz û xelkên din bi destê hêzên tarî yên dewletê bi awayek organîzekirî hatin kuştin. Ew kes hemî bê serûşûn çûn û tu cara kesekî kujerên wan negirtin û bûyer zelal nebûn ji bo wê jî di rojeva Tirkiye de van bûyeran bi navê `` Faîlî mechul Cinayetler`` cîh girt.

Lê piştî polîsek yê hêzên taybet yê kevin bi navê Ayhan Çakir hate girtin û li xwe mikur hat, parêzeran jî hêdî dest avêt vê pirsê. Herî dawî di vê derbarê de berpirsek bilind yê MIT-ê, Mehmet Eymur hate binçav kirin û parêzerek taybet 6 demjimêra êfada wî girt.

Mehmet Eymur di derbarê vê pêvajoyê de hinek tişt gotine û li gora tê gotin navê wezîrê navxwe yê wê demê Mehmet Agar daye û ew wek berpirsê kuştina bi hezarên kurda daye nîşan kirin. Herweha ihtimal a ku di vê derbarê de êfada Tansu Çîller jî bê te girtin derdikevê holê.

Niha agir ketiyê di bin lingê gelek kesan de û ji xwe ditirsin. Berpirsê yakem di van bûyerên kuştina bi hezaran kes Tansu Çîller serokwezîra wê demê û wezîrê navxwe yê wê demê Mehmet Agar e.

Eger  ev lêpirsîn bigihe van herdu navan dê li Tirkiye pêvajoya herî tarî bête zelal kirin û dê gelek kesên pêwendiyên wan di van dezgehên tarî re heyî bê eşkerekirin.


Zelal bûna vê qonaxa tarî dikare bibe destpêka zelalkirina qonaxa herî tarî û bibe destkeftiyek ji bo çareserkirna gelek pirsgirêkên ku îri di civatê de heyîn.


Nûçeyên peywendîdar:

http://www.rojevakurd.com/civak/8992-Berpirsek-girng-MIT--hate-girtin.html

http://www.rojevakurd.com/politik/9002-Gelo-dora-Tansu-iler.html

 

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Erdheja Wanê de kêmasiya Kurdan çi bû? (Video)

Nivîskar û siyasetmedar Dara Bilek û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso TV de di rêveberiya rojnemevan Cemal Batun de, Erdheja bajarê wanê dinirxînin û bersîva van pirsên li jêr didin û guftûgoyê dikin: Kêmasiyên medyaya Kurd çi bûn û çima nekarîn rola xwe bilîzîn? Kêmasî û astengiyên li ber Bajarvaniya Wanê çi bûn? Rêxistinên medeniyên Kurdan çima nekarîn organizasyoneke hemdemî pêkbînin? Şaşî û kêmasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çibûn? ...



``Failî Mechul`` tawanbar dewlet e
Li Tirkiye di qonaxêkî de gelek tiştên taybet çêbûne. Gelek caran behsa dewlet a kûr yan jî hêzên dewletê yê tarî hatiye kirin û tê ...
Ji bo baweriyê divê qonaxa tarî ronî bibe
Li Tirkiye piştî hatina Ak Partiyê li ser hukum gelek guhertin hatin kirin, piraniya van guhertinan bi awayekî muhasebeyek li gel sistemê bi xwe bû. ...
Gelo dor tê Demirel?
Gelo dora Demorel e? Li Tirkiye piştî girtina serfermandarê giştî yê berê Îlker Başbug, gotubejek gelek bi balkêş tê kirin. Niha bi dengek bilin herkesek dibêje ...
Mehmet Eymur bênderên kevin dide bayê
Vepirsîna ku li ser îtîrafên endamê  tevgera taybet yê berê û girtîyê Susurluk’ê Ayhan Çarkin dabû dest pê kirin, hefteya borî kete pêvajoyeke nû. Bi ...
Gelo dora Tansu Çiler e?
Berpirsê MIT-ê (Teşkîlata Îstixbarata netewî ya Tirkiye) yê daîra kontorterorê yê berê Mehmet Eymur li ser daxwaziya dozerê Enqere hate  binçavkirin û nêzikî 6 demjimêra ...