Amarên girtiyên BDP-ê
Li gor raporeke BDP ku di malpera Yenî Polîtîka de hatiye weşandin, îstastika girtiyên BDP-ê ji 13 nîsana sala 2009ê heta çileya pêşîn a sala 2011ê eşkere dike:
- 7748 kes hatine binçavkirin
- 3394 hatine zîndanî kirin
Li gor vê îstastîkê rojane 9 kurd hatine binçav kirin ku, 5 ji wan hatine zîndanî kirin.
Li gor rapora BDPê piştî hilbijartinên 12 hezîranê destserkirina endamên BDP-ê bi awayekî ber bi çav zêde bûye û dest bi binçavkirin û girtina berprisên BDP û serokê şarederiya hatiye kirin.
Ji meha gulana îsal heta nuha:
- 5 endamêm komîteya nawendiya BDP-ê
- 12 endamên meclisê
- 28 serokên bajar û bajarokan
- 46 rêvebirên bajar û bajarokan
- 13 şaredar û cîgirên wan û
- 29 endamên meclisên bajar û şaredariyan
hatine girtin.

Nêrîn (0 nivîsand):
Nêrîna xwe birêke