Malper | Civak | Biherêmbûna wîlayetên Îraqê berfireh dibe

Biherêmbûna wîlayetên Îraqê berfireh dibe

Civata wîlayeta Diyalayê duhî di civîna xwe de bi piraniya dengan biryar de ku wîlayeta Diyalayê bibe herêmeke serbixwe.

Li ser navê civînê, civata wîlayeta Dîyalayê nameyek fermî ji serokatiya hikûmeta Îraqa federal re şandiye û tê de daxaz kiriye ku hikûmeta Îraqê biryara wan pesind bike.

Li dor vê pirsê Rasim Elegîdî rawêjkarê civata wîlayeta Diyalayê di preskonferensekê de got:

- Civata wîlayeta Diyalayê di civîna xwe de bi piraniya dengan biryar da ku wîlayeta Diyalayê ji aliyê îdarî û abûrî ve bibe herêmeke serbixwe.

Her li ser vê meseleyê Ziyad Ehmed endamê civata wîlayetê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Kurdistanê di daxuyaniyekê de got:

- Dengdan li ser pirojeyê biherêmbûna wîlayeta Diyalayê ji aliyê îdarî û abûrî ve, li ser daxaza şêx, serokeşîr û kesatiyên rewşenbîrên wîlayetê bû. 

Ehmed got ku ji bo pesindkirina wê biryarê, civata wîlayeta Diyalayê bi awayekî fermî nameyek ji serokatiya hikûmeta Îraqa Federal re şandiey. Lê endamê civata wîlayetê yê ser bi hevpeymaniya Kurdistanê diyar nekir ka gelo hevpeymaniya Kurdistanê deng ji bo pirojeyê biherêmbûna Diyalayê da yan jî dij bûne?

 

Weke tê zanîn li gor madeya 119ê a destûra Îraqê ya bingehîn her wîlayetekê yan zêdetir ji wîlayetekê mafê pêkanîna herêmên serbixwe heye, ev jî bi du rêyan dibe:

- Li ser daxaza 1/3 endamên meclisa wîlayetê yan ew wîlayetên daxaza pêkanîna herma serbixwe dikin-

- Li ser daxaza 1/10 dengê dengderên wîlayetên daxaza pêkanîna herêmên ser bixwe dikin.

 

Helbet berî heyamekî civata wîlayeta Selahedîn û Enbarê  jî daxaza pêkanîna herêmên serbixwe kiriye.

Ev daxaz mafek destûrî ye, lê gelo biherêmbûna wîlayetan ji bo kurdan û herêma Kurdistanê başe yan nebaş e?

 

Nûçeya peywendîdar:

http://www.rojevakurd.com/politik/8775-Selahedn-xwe-weke-hermeke-serbixwe-lan-kir.html

 


Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Evîn Çetîn û Dilbixwîn Dara ligel Cemal Batun medyaya kurdî dinirxînin (Wîdeo))

Rojnamevan Dilbixwîn Dara û namzeta parlamentoya Swêdê Evîn Çetîn di televîzyona Aso Sat de, di programa Bergeh de medyaya kurdî dinirxînin... Temaşekirin di ...



Civata wîlayeta Besrayê herêmeke federal dixazin
Civata  wîlayeta Besrayê ya başûrê Îraqê ku, sêyemîn mezintirîn wîlayeta Îraqê ye, dixazin herêmeke  federal ji xwe re pêkbînin.Zêdetir ji nîvê endamên civata wîlayeta Besrayê ...
Selahedîn xwe weke herêmeke serbixwe îlan kir
Civata wîlayeta Selahedînê duhî di civîna xwe de bi piraniya dengan biryar den ku wîlayeta  Selahedînê di warê îdarî û abûrî de di şarşoveyî Îraqê ...
Waliyê Kerkûkê û serokê civata wîlayetê hatin hilbijartin
Îro civata wîlayeta Kerkûkê civiya û di civînê de waliyê Kerkûkê û serokê civata wîlayetê hatin hilbijartin. Di civîna îro ya civata wîlaeyeta Kerkûkê de ku, ...
PDK dest bi guhertinan kir û ji Silêmaniyê dest pê kir
Li gor wan zaniyariyên gihştîne malpera Rojevakurd, Partiya Demokrata Kurdistanê  PDK) ji bo cîbicîkirina biryarên kongreya 13ê, dest bi guhertinên rêxistnê kiriye. PDK yekem gava guhertinan ...
Hikûmeta Îraqê alayê Kurdistanê qebûl nake
Li gor çavkaniyên rojnameye Hawelatî, hikûmeta Îraqê waliyê Diyalayê agadar kiriye ku hemû alayên Kurdistanê li ser îdare, sazî û avahiyên hikûmî bînin xwarê, ”ji ...