Malper | Civak | Barzanî: Mafên êzidiyan dê hertim parastî bin

Barzanî: Mafên êzidiyan dê hertim parastî bin

Bi minasebeta hatina cejna Rojiyê ya kurdên êzidî, Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû êzidiyên Kurdistanê û cîhanê kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahiyeke gerim li xûşk û birayên kurdên êzidî dike û dibêje:

- Bi minasebeta cejna Rojiyê a xuşk û birayên êzidî, pîrozbahiyeke gerim li hemû kurdên êzidî yên Kurdistanê û cîhanê dikim.

Serokê Kurdistanê di peyma xwe de tekîdê li ser pêkvejiyana bi biratî û bi aşitî ya hemû gelên Kurdistanê dike û êzidiyan dilrehet dike ku, mfên wan dê biparêze:

- Ez hêvîdar im ku ev cejine di bin sîbera tecrûbeya herêma Kurdistanê û pêkvejiyana birayaneya hemû pêkhatên gelê Kurdistanê de ku, kurdên êzidî beşeke resena gelê kurd in, ji bo hemû aliyan bi xêr û xweşî derbas bibe. Ez êzidiyan dilrehet dikim ku hemû mafên wan yên olî di çarçoveya herêma Kurdistanê de hertim parastî bin û piştgiriyê jî li mafên wan dikim.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Serokê Kurdistanê cejna Êzidiyan pîroz kir
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di peyameke pîrozbahiyê de, bi minasebeta hatina  cejna Cemayê, pîrozbahiyeke gerim li hemû êzidiyên cîhanê û bi taybetî li êzidyên Kurdistanê  ...
Barzanî: Mesîhî digel pêkhatên Kurdistanê bi biratî jiyan e
Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê, bi minasebeta cejna Qiyameya hezretê Mesih, peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî mesîhîyên Kurdistanê û Îraqê kir. Serok Barzanî di peyma xwe de pîrozbahiyê li ...
Serokê Kurdistanê cejna mesîhiyên Kurdistanê pîroz dike Ji bo hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê lê‌ bê), pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên mesîhiyên Kurdistan û sercem mesîhiyên Iraq û cîhanê dikim....
Serokê hikûmetê cejna Newrozê pîroz kir
Cemawerê xweştiviyê Kurdistanê. Bi minasebeta cejna Newrozê ya pîroz, pîrozbahiyên gerim pêşkeşî yek bi yekên xelkê Kurdistanê, şêniyên bajar, gund û hemû kategoriyên herêma Kurdistanê, ...
Barzanî Newroza gelê Kurdistanê pîroz kir
Bi minasebeta cejna Newrozê, Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî gelê Kurdistanê kir: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan  Bi minasebeta hatina sersala nûya ...