Malper | Civak | 8 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan

8 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan

Di navbera leşkerên tirk û çekdarên PKK-ê de şer derket, di encam de 8 çêkdarên PKK-ê jiyana ji dest dan. 5 ji wan jinin.

Li devera bajarê Bingolê eve demeke leşker operasyonên berfireh çêdikin. Îro  leşker û hinek çekdarên PKK-ê liqay hev bûn û di nav wan de şer derket. Li gora agahdariyên medya Tirkî didin di vî şerî de 8 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan.

Ji van çekdaran 5 jinin. Eve demeke leşker bi tevatiya Kurdistanê operasyonên mezin dike. Li gelek deveran cihên ku zivistanê çekdarên PKK-ê lê dimînin dibînin û imha dikin. Lê gelek balkêşe ku di rojeva siyasîde gelek behsa van bûyera nayê kirin.

Di rojevê de tenê girtinên çerçova doza KCK-ê tên kirin cihek mezin digre. Lê ji aliyek din çekdarên tên kuştin wek wan girtina kesên çerçova doza KCK-ê de rojevê de cih nagire. Ev yek gelek balkêşe. Gelo heta kengê dê zarokên gelê kurd bi vî awayî  bêne kuştin?

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Gelê paytextê li gel Serokê xwe rizgarkirina xwe pîroz kir (Video)

Îro bi amadebûna Serokê Kurdistanê salvegera rizgarkirina bajarê Hewlêrê bi rêwresmeke cemawerî hate pîroz kirin...



27 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan?
Li gora rayadarên dewletê ragihandîn ji roja 10.12.2011-ê li devera Şirnex li Çiyayê Cudî operasyonek berfireh destpêkir. Vê operasyonê bi rojan berdewam kir. Herweha gora ...
şer gur dibe
Çikas diçe şer berfireh dibe, duh êvarî li herêma Elezîzê di navbera çekdarên PKK-ê û leşkerên Tirk de şer derket. Li gora agahdariyên medyayê, di ...
20 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan
Li Devera Diyarbekirê navçeya Pîran û derdora Qulpê operasyonên leşkeran li dijê çekdarên PKK-ê berdewam e. Leşker  bi hêzek mezin eve heftiyeke operasyonê li herêmê ...
PKK-ê li Iskenderunê êrîşê baregehek leşkerî kir
Li Îskenderunê, çekdarên PKK-ê êrîşek birin ser baregehek ya hêzên deryayî û di encam de 6 leşker hatin kuştin û 9 jî birîndarin....
Leşkerên tirk hevûdu dikûjin
Li Fermandariya Sengerê Radarê Hewayê Datçayê nîvê şevê di navbera çend leşkerên tirk de pevçûn derket û 2 leşkerên tirk ji aliyên leşkerên din ve ...