Malper | Civak | Operasyon û kuştina çekdarên PKK-ê

Operasyon û kuştina çekdarên PKK-ê

Li herêma Diyarbekirê li derdora navçeya Qulpê leşkera li dijê çêkdarên PKK-ê operasyonek mezin destpêkir.

Wek tê zanîn eve demeke operasyonên leşkerî li herêma Kurdistanê û nêzikî Tixûbê Kurdistana Başûr berdewamin. Ev operasyonên herî berfireh demekî de tên kirin ku  tu çelakiyên çekdarên PKK-ê çênabin.

Rojane di medya Tirkî de nûçeyek di derbarê operasyonan de derdikeve. Ji berî niha çend rojan li herêma Şirnexê hinek çekdarên PKK-ê sax hatin girtin. Ji berî sê roja li devera Bingolê 8 çekdarên PKK-ê di şerekî de jiyana xwe ji dest dan.

Niha jî li devera Qulpa gêrêdayê Diyarbekirê operasyon berdewam dike. Li gora medya Tirkî tê gotin ku cihê 52 çekdarên PKK-ê hatine tesbît kirin û heta niha tê îdia kirin ku 10 ji van çekdaran jiyana xwe ji dest dane.

Rastî di demekî de çêlakiyên PKK-ê sekinîn kirina van operasyonên leşkera gelekî balkêşe. Herweha bêdengiya di vê pirsê de jî hêja balkêştire. Dixweyê tiştên rojane li ser xwepêşandan têne kirin ji jiyana çekdarên PKK-ê girîngtir tê dîtin.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serdana Serok Barzanî ya Emerîka, Ewrupa û Tirkiye (Video)

Nivîskar û siyasetmedar Abit Gurses û Keya Îzol li bernameya Bergeha Aso Tv de bi rêvebiriya bernameya rojnamevan Cemal Batun de buyer û rudawên girîngên Kurdistan û Tirkiye û li Rojhilata Navîn û her wiha encamên serdana Serok Barzanî ya Bulgarîstan, Emerîka, Macarîstan û Tirkiye yê dinirxînin....



27 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan?
Li gora rayadarên dewletê ragihandîn ji roja 10.12.2011-ê li devera Şirnex li Çiyayê Cudî operasyonek berfireh destpêkir. Vê operasyonê bi rojan berdewam kir. Herweha gora ...
20 çekdarên PKK-ê jiyana xwe ji dest dan
Li Devera Diyarbekirê navçeya Pîran û derdora Qulpê operasyonên leşkeran li dijê çekdarên PKK-ê berdewam e. Leşker  bi hêzek mezin eve heftiyeke operasyonê li herêmê ...
Operasyon berfireh dibe
Li herêma tixûbê Kurdistana Başûr  operasyonêk berfireh berdewam e. Ji demekî ve leşkerên Tirkiye di herêmê de nav çelakiyekî berbiçav de bûn. Jiberî sê rojan ...
şer gur dibe
Çikas diçe şer berfireh dibe, duh êvarî li herêma Elezîzê di navbera çekdarên PKK-ê û leşkerên Tirk de şer derket. Li gora agahdariyên medyayê, di ...
Şer: 4 kuştî û 4 birîndar
Li herêma Dersimê di navbera çekdarên PKK-ê û leşkeran de şer derket. Di encama şer de efserek û leşkerekî jiyana xwe ji dest da. Piştî ...