ji %49 şerê PKK û PJAKê behaneye
Di rapirsiyekê de ku ji aliyê rêxistina Point ya vekolînên stratejîk li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê, Kerkûk û Mûsilê hatiye kirin û 1000 kesan beşdarî tê de kiriye, ji %49 dibêjin xwe ger PKK û PJAK şerê xwe rawestînin jî, Îran û Trkiye dê her li ser topbarab û bomebaranakirina herêma kurdistanê berdewam bin.
Li gor wê rapirsiyê, 10 pirs ji 1000 kesan li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê (Duhok, Hewlêr û Silêmaiyê) Kerkûk û Mûsilê hatîne kirin.
- Ji %97 topbaranê şermezar dikin û bi binpêkirina serweriya herêma Kurdistanê û serweriya Îraqê dizain.
- Ji %65 di bersivê de dibêjin ku li heber topbarab û bomebaranê, desthilatdarên herêma Kurdistanê helwestek baş hebûye.
- Ji %91 di bêjin ku hikûmeta Îraqê bê helwest bûye.
- Ji %31 di wê baweriyê de nek u derxistina şîrket û kompaniyên îranî û tirkî ji herêma Kurdistanê nabe sedemê rawestandian topbaranê.
- Ji %49 jî dibêjin ku PKK û PJAK behane ne.
- Ji %73 di wê baweriyê de ne ku di warê lihevnêzîkirina aliyên nakokdar de serok Barzanî dikare roleke bi bandor bilîze.

Nêrîn (1 nivîsand):
Tenê tirk li pêshiyê dinivîsînin lewra ev ji karakterê zimanên altayî tê.
Ji bandora tirkî û tirkhezên me têgînên tirkî gelek derbasê kurdî jî bûne. Em bakurî bi tirkî difikirin, kurdî diaxivin. Ango kurdiya me di karakter û forma tirkî de ye.
Tirk dibêjin yüzde kirk dokuz, em jî viya dikin ji sedî chil û neh. Lê di kurdî de û wêjeya devkî de qalibên hazir hene. Cil û neh selef.
Kurdên Sovyetê ev qalib parastine. Xerzan, Serhedê jî qismen parastiye.
Tirkîze nekin zimanê me.
Xêra xwe nivîsandina selefê rast binivîsînin. Ziman ne pêlîstok e, divê em rêzdar bin jê re.
Nêrîna xwe birêke