Malper | Civak | Şandek li ser navê Barzanî çû Qilebanê

Şandek li ser navê Barzanî çû Qilebanê

Şandek ji Kurdistanê li ser navê serokê Kurdistanê bi serokatiya Parêzerê Duhokê de serdana devera QIlabanê kirin û beşdarî di taziya qurbaniyên komkujiya Qilebanê de kirin.

Şandekî ji Kurdistanê  li ser navê serokê Kurdistanê, beşdarî  di sersaxiya qurbaniyên komkujiya li Qilabanê kirin. Şandek ku ji berpirsên partiyan û hukumetê pêk hatî li ser navê serokê Kurdistanê serdana gundê Bêcû kirin û sersaxî û taziyên serok Barzanî gihandin malbatên  qurbaniyên komkujiyê.

 
Di vê derbarê d, berpirsê taya heştê yê partiya Demokrata Kurdistanê Serbest Lezgîn ji bo ajansa Peyamnêr ragihand: Îro bi nûneryetiya serokê Herêma Kurdistanê, parêzgarê Duhokê, Temer Remezan, li gel şandeke kû pêkhatibû ji rêvebirên partî û hukûmetê beşdariya dêrendaza şehîdên karesata Şirnexê li gundê Roboskî li devera Qilabanê kirin.

Lezgîn weha jî got kû: Îro dê li wir bimînin û bi navê serokê Kurdistanê me serxweşî gihande xizim û malbatên şehîdan, wan jî pêşwaziyeke gerim li şandeyê kirin, gelek bi hatina şandê dilxweş bûn û me xerciya azayê hate pêşkêş kirin û paşan dê vegerin.

Weha jî da zanîn ku, azaya hermû guriyên vê karesatê ya 35 şehîdan li nava meydana gundê Roboskî hatibû danîn, hemû malbatên şehîdan bi hevre li pirsgehê pêşwaziya xelkê dikirin.

Temer Remezan waliyê Duhokê û Serbest lezgîn berprisê PDK yê zaxoyê di merasima sersaxiya qurbaniyên komkujiya Qilabenê de.


Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Barzanî çima 40 hezar dolar da
 Şandeke herêma Kurdistanê bi serokatiya waliyê Duhokê Temer Remezad bi nûneratiya serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî beşdarî merasima sersaxiyê ya qurbaniyên Roboskê bûn û li ser ...
CHP:Hêzek biyanî çewe arîkariyê dike?
CHP-ê pirsa arikariya Kurdistanê ji bo qurbaniyên komkujiya Qilebanê bir parlementoyê...
Nêçîrvan Barzanî: Divê rijiyana vê hemû xwînê raweste
  Nêçîrvan Barzanî cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê di malpera xwe ya Facebookê de, peyameke hevxemî û sersaxiyê pêşkeşî malbatên qurbaniyên bombebarana gundê Roboskî li Qilebana ...
Serokê Kurdistanê Duhokspor pîroz kir
Duhî bi şev, piştî lîstika navbera tîma fûtbola Duhokê û Telebe  li stadiyoma Gel li Bexdayê bi dawaî hatî û tûma fûtbola Duhokê bi serketî ...
Parka Azadî li Duhokê
Bi merema pitir xizmetkirina welatiyên parêzgeha Duhokê û dana rûyekê geşê şaristanî bo senterê bajêr, bi hewlên hikumeta herêma Kurdistanê û li jêr çavdêriya kargêriya ...