Gul pêşwaziya Baydemir kir
Serokkomarê Tirkiye Abdullah Gul li Enqere pêşwaziya serokê bajarvaniya Diyarbekir Osman Baydemir kir. Piştî hevdîtinê Baydemir da xuyakirin ku, wan ji bo pirsgirêkên Diyarbekirê xwestiyê serokkomar bibînin.
Herweha hate ragihandin ku, Gul û Baydemir di civînê de behsa bûyera Qilebanê jî kirine. Baydemir li gel şandeyekî ki gel Gul hevdîtin pêkanî. Di dema ku gelek bi tundî navbera serokwezîrê Tirkiye û BDP-ê de bi rêya medyayê gelek tundî daxuyanî têne dayîn, ev hevdîtin pêkhat.

Nêrîn (1 nivîsand):
Manewra û taktîkên dagirkeran gelek in. Mixabin ji ber ku civaka me feodal û gundî ye, em zû bi lîstikan tên xapandin.
Berê digotin Erdogan bash e, Gul, Cemîl Cicek ûêd nebash in, destê Ergenekonê ne. Chi bû?
Niha Cemil Cicek behsa Makezagona nû dike, Erdogan bo kurdan bûye Dehaq, Gul jî bûye bavê aramiyê..
Mîsyona Gul û Baydemir gelekê dishibe hevûdu.
Nêrîna xwe birêke