Malper | Civak | Hevkarî komkujiya Qilebanê şermezar dike

Hevkarî komkujiya Qilebanê şermezar dike

KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ
EM KOMKUJIYA ŞÎRNEXÊ BI TUNDÎ RÛREŞ Û ŞERMEZAR DIKIN!

Ji bo Raya Giştî:

Mixabin, balafirên cengî yên Artêşa Turkiyê di 29. 12. 2011an de, li herêma Şirnexê, li gundên Robozk û Bêjeyê bi şêweyek hovane, bi komkujiyeke ji prensîbên dewletbûnê û ji exlaqê mirovayetiyê dûr xwîna 35 kurdên sivîl û xizan ên bêsûc rijandin. Di encama vê êrîşê de pazeh kurd jî wenda ne.

Raya giştî jî baş dizane beşek ji qurbaniyên vê komkujiyê xwendekar in ku temenê wan di binê 18 salan de ye. Diyar e ku Artêşa Turkiyê êdî cudatî naxe navbera çekdar, xelkê sivîl û zarokên kurd.

Ev êrîşa li dijî xelkê sîvîl, di heman demê de tawanekî li dijî mirovayetiyê ye. Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnerayetiya 27 partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê dike, vê êrîşa hovane, vê komkujiya plankirî bi tundî rûreş û şermezar dikin. Miletê kurd û hêzên me yên siyasî li her çar beşên Kurdistanê van êrîşên hovane û komkujiya kurdan, hincet çi dibe bila bibe, qebûl nake. Ev Xwînrijandin çareseriya pirsa kurd bi riyên aştiyane, bi diyalog û tedbîrên siyasî zahmettir dike.

Em xemgîn in. Bila serê malbatên şehîdan sax be û cîhê wan behişt be. Em ji birîndaran re jî şîfa dixwazin.

Turkiye bi êrîşên balafirên şerî, bi komkujiya hevwelatiyên xwe nikare bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê. Turkiye nikare bi çekên cengî sivîlên kurd bombebaran bike.
Em wek Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî, ji Yekîtiya Neteweyan, ji Yekîtiya Ewrûpayê û Ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwaz dikin ku ew li herêma ku komkujî lê hatiye kirin, lêkolîn bikin û encama rûdanê diyar bikin. Turkiyê gelek caran çekên qedexekirî li dij kurdên sivîl  bi kar aniye.

Em bangê hemû dewletên demokrat, dezgehên mafên mirovan û bangê hemû azadîxwazên cîhanê dikin ku ew li hember van êrîşên Turkiyê bêdeng nemînin û ji bo çareseriya pirsa kurd bi riyên aştiyane helwest bigrin. Herweha em ji NY, ji YE û ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û ji NATOyê daxwaz dikin ku ew bikaranîna çekên cengî li qada Bakurê Kurdistanê, ji Turkiyê re qedexe bikin da Turkiye nikaribe çekên cengî li dij miletê kurd yê aştîxwaz       bikar bîne. Miletê kurd miletekî aştîxwaz e.

Em dîsan dibêjin, li tu deverên cîhanê pirsên netewî bi şidetê, bi kuştin û bombebarankirinê nehatine çareserkirin. Çareseriya pirsa çarenûsa miletê kurd jî bi şidetê, bi kuştin û bi bombebarankirinê çênabe.

Pirsa kurd tenha û tenha bi riyên aştiyane, bi diyalog, bi guftûgo û bi qebûlkirina mafên siyasî çareser dibe.

01.01.2012
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî li gel mamoste û xwendekarên zanîngehên Kurdistanê (Video)

Barzanî li gel mamoste û xwendekarên zanîngehên Kurdistanê ...



Kuştina Temo Li Swed hate şermezarkirin
Îro li Stockholm paytextê Swedê Kuştina siyasetmedarê kurd Mişel Temo hate şermezarkirin. Gotara Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swed ji aliyê berpirsê Hevkariyê Şefîk Kaya ve hate xwendin. Ev deqê gotara Hevkariyê ye....
HEVKARÎ: Şoreşa Îlonê mezintrîn şoreşa kurd bû
Gotara Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî ku nûnêneratiya 27 partiyên siyasî yên ji herçar beşên Kurdistanê, ji aliyê serokê Hevkariyê Şefik Kaya ve hate xwendin....
Komita Hevkari ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê
KOMÎTA HEVKARÎ YA HÊZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWÊDÊ Ji bo Serokê Enternasyonala SosyalîstRêzdar: Giorgios A. Papandreou Exselans,Digel rêz û silavên me.Em ji cenabê ...
Çelrojiya şehîd Mişhel Temo li Stockholm
Di 20-11-2011 de li paytextê Swêdê Stockholm çelrojiya şehîdê azadî û dêmokrasiyê, şoreşger û xebatkerê hêja Mişhel Temo li dar ket. Gelek parti, rexistin û ...
Peyama sersaxiyê
KOMÎTEYA HEVKARÎ YA HEZÊN SIYASÎ YÊN KURD Û KURDISTANÎ LI SWEDÊ Peyama sersaxiyêJi boPartiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê Rêzdar malbata şehîd Nesredîn Berhik, endamê polîtbûroya ...