Malper | Civak | Aktar: Pirsa kurd bi şer çareser nabe

Aktar: Pirsa kurd bi şer çareser nabe

Li gundê Roboskiyê nûnêrên 715  dezgehên sivîl daxuyaniyek çapemeniyê ragihandin. Ji bo komkujiya li Qilebanî nûnerên dezgehên sivîl serdana gundê Roboskiyê kir û her li gund bi nave dezgehên sivîl serokê baroya Diyarbekirê Emin Aktar daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihand.

Bi nave 715 dezgehên sivîl şandek 30 kesî bi serokatiya serokê Baroya Diyarbekirê serdana herêmê kirin, piştî serdana cihê ku komkujî lê çêbûyî hatin gund û sersaxiya kes û karên kesên jiyana xwe ji dest dayîn kirin. Piştî vê daxuyaniya xwe ragihandin.

Aktar da xuyakirin ku şerê li herêmê heyî bûye sedema ku 35 insanên sivîl û bê guneh kirin bin axê. Aktar got: Di vê cografya dîrokî de cardin kurd bi kuştina hatin ceribandin. Li himber vê hovitiyê bê deng nemînin.Daxuyaniyên wezîrê navxwe mirov dike di nava fikaran de. Daxuyanî nîşandike ku ew bi şer û tundiyê de israr dikin.
Aktar da kifşkirin ku, pirsa kurd pirsek siyasî, çandî aborî û civakiye bi tundiyê naye çareserkirin.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Aktar: bila şer bisekine
Serokê Baroya Diyarbekir M.Emîn Aktar, li Diyarbekir konferansek rojnemevanî saz kir. Aktar ragihand ku, divê ev şerê heyî bisekine. Aktar bal kişand li ser bûyerên ...
Daxuyaniya 133 dezgehên sivîl
Li ser bûyerên ku çêdibin û azad nekirina girtiyên ku bûyîn parlementer û rewşa Hatib dicle li Diyarbekirê 133 dezgehên sivîl daxuyaniyek belav kirin. Bi ...
Dezgehên sivîl şer naxwazin
Li Diyarbekir bi nave 205 dezgehên sivîl serokê Baroya Diyarbekirê M.Emin Aktar daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihand. Aktar di daxuyaniya xwe de da kifşkirin ku; bûyerên vê dawiyê û şer rêya aştiyê digre û hêviyên xelkê di derbarê pêkanîna aşitiyê de dişkîne....
Mehmet Emîn Aktar ji nû ve bû serokê Baroya Amedê
Piştî 2 rojan Baroya Amedê serokê xwe hilbijart û Mehmet Emîn Aktar ji aliyê parêzeran ve dîsa hatiye bijartin . Ji bo serokatiyê 2 namzet ...
Li Diyarbekir civîna" Vekirina Demokratîk "
Diyarbekir - Li Diyarbekir di nawenda Cegerxwin ya  çandî de, civîna di bin nave `` Di rêya diçe aşitiyê de vekirina demokratîk`` de civînek berfireh ...