Malper | Civak | Got komkujî ji kar hate avêtin

Got komkujî ji kar hate avêtin

Ece Temelkuran ji bo gotina komkujî bi kar anî ji kar hate dûrxistin

Nivîskar û rojnemevan Ece Temelkuran ji karê xwe yê Haberturk ê hate dûrxistin. Sedema ku Ece Temelkuran ji ji aliyê desthilatiya Haberturk ê ji kar hate dûr xistin du nivîs û helwesta Ece di derbarê du bûyeran de bû.

Rojnema Libnanî El Ekber beşê xwe ya bi zimanê Îngilîzî de hevpeyvînek li gel  Ece Temelkuran pêkanîr. Rojnemevan Matthew Cassel çend pirs ji Ece kirin.

Pirs: Dûrxistina te ji kar ji terê bû wek tiştek ku tu ne li hêviyê bû?

Ece Temelkuran: Nexêr ez li hêviyê bûm. ji ber ku helwesta min di derbarê rojnemevanên girtî û bûyera ku 35 kurd hatin qetilkirin de li gora wan hişk bû û nekarîn ragirin. Ji ber ku serokwezîr di vê bûyerê de gotina ``komkujiyê`` qedexe kirîbû. Min jî ev gotin di medya sosyal û Twitter de kar anî.

Pirs: Niha sedemê dûrxistina te ji kar çibû?


Ece Temelkuran: Du nivîsên ku min nivîsîn gelek cihê gotubêjekî hatin dîtin.Yek ji man `` Bifermo Fermendarê min`` min di vê nivîsê de behsa serokwezîr kirîbû.Min gotibû ku, `` ... eger welê be tu fermana didî, lê em guh nadin fermanên te..``

Nivîsa din jî di derbarê kesên  li Şirnexê hatîn kuştin û temenê 19 a ji wan nevbera 12 - 15 salî de bûn. Erdogan di derbarê komkujiya Qilebanê de axavtina xwe ya bi tirs kir û rojnemevan tawanbar kirin.Min jî li ser hêjmara miriyan û helwesta serokwezîr a bi zilim nivîsand.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment




Tarafê bersiva Erdogan û Hurriyetê da
Rojnama Tarafê di derbarê komkujiya Qilebanê (Uludere) de gelek tundî helwesta Rojnama Hurriyetê rexne kir û ev rojnama bi hemî awayî li dijê gel bi ...
Kemal: Qetlîama Dersimê meşruye
Ji berî çend rojekî di proganda refarandumê de, serokwezîrê Tirkiye Erdogan di axavtinek ya xwe de cardin behsa bûyera Dersimê kirî bû. Di vê derbarê ...
Cameron serdana Tirkiye kir
Îro serokwezîrê Ingiltere David Cameron li Enqere bû. Serokwezîrê Ingiltere  mivanê serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan bû. David Cameron ji aliyê Erdogan ve rewresmeskî fermî hate ...
Serokê CHP-ê yê Diyarbekir jî doza lêborînê kir
Serokê CHP-ê yê şaxa Diyarbekirê ji bo qetlîama Dersimê doza lêborînê kir. Lê Nawenda CHP-ê ev yek jê qebûl nekir û rêxistina bajarê Diyarbekir fesih kir....
Doza lêborînê ji birayên xwe yên kurd dikim
Nivîskara rojnama Yenî Şafak ê, Hilal Kaplan di nivîsa xwe ya Yenî Şafak ê de doza lê borînl ji kurdan dike....