Malper | Civak | Kujerên 3 birayan li Qamîşlo eşkere bû

Kujerên 3 birayan li Qamîşlo eşkere bû

Grupeke ku nav li xwe dike "Koma Parastina Nirxên Gel" ku nêzîkî PYD ye, kuştina her du xortan li Qamişlo qebûl kir

Komê di daxuyaniyekê de got, malbata Bedro, berê dest danîbû ser hinek milkan, dema ku hatiye xwestin hesab bide, wê nalbatê êrîş kiriye û endamekî Komê birîndar kiriye.

Piştre jî "Koma Parastina Nirxên Gel" intîqam standiye û ew ceza kirine. Çavkaniyên ji Qamişlo dibêjin "Koma Parastina Nirxên Gel" bi destê PYD hatiye çêkirin.

Li gora ANF, grupa navborî gotiye kî destê xwe dirêjî hevalên wan bike ewê hesab ji wan bistînin. Navê her 3 birayên di êrîş ê de hatine kuştin: Amar, Nîdal û Ehmed.

Weke tê zanîn xûşkeke wan bi navê Kurdê berê di nava PKK de bû piştre cuda bûbû. Her wiha ew malbat berê yek ji malbatên herî nêzîkî PKK bû, piştre cuda bûbû.

Bavê wan Evdilayê Bedro niha giran birîndar di nexweşxaneyê de ye.

Avestakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Belgefîlmek li ser jiyana Rewşen Bedirxan (video)

1- Hezîrana 1992-ê Jinmîra Botan, serkaniya rewşenbîrî û azadiya jina kurd ji nav me koça dawî kir. Îro di salvegera koçkirina Mîra Botan Rewşen Bedirxan de , ew wê yad dikin......



Şepêla pêşrojê kuştina 3 bira şermezar dike
Rêxistina Ewropa ya Şepêla Pêşrojê ya Kurdî li Sûriyê kuştina hersê birayên hev Ahmed, Nidal û Amer Abdullah Bedro bi destê PYD şermezar dike. Di 10ê ...
Li Ukranya Rojên Adarê
Bi beşdariya xwendevan û rewendên kurdan li welatê Okraniya, çalakiyake bîranîna rojên Adarê yên bo kurdan bi nirx hat pêkanîn. Li gora nûçeya PNA, ev çalakî ...
Ji Qamişlo Konê Reş û Mîrê Tembûrê Seîd Yûsif 70 Saliya Cemîla Celîl Pîroz Dikin
Di roja 19 sibatê de, mûzîkvan û folklorîsta Kurd a  jêhatî Cemîla Celîl derbasî 70 saliya xwe bû.. Em jî bi navê xwe û navê ...
Kurd beşdarî festîvala çanda gelan dibin
Koma Mîllî ya Silêmaniyê û Koma Nalî dê 18ê vê mehê li ser nave Kurdistanê beşdarîyê di 45emîn festîvala Çand Gelan li Xirvatistanê bikin û dê ...
Şeş eşîrên ereban li Qamişlo gefan li kurdan dikin
Şeş eşîrên ereban li bajarê Qamişlo di daxuyaniyekê de gefan li kurdan dikin û daxwazê ji wan dikin ku êdî di meşan de slogana "birûxe ...