Malper | Civak | Dawiyê de Evren derdikevê himber dadgehê

Dawiyê de Evren derdikevê himber dadgehê

12-ê Îlona sala 1980-ê serfermandarê hêzên çekdarên tirk Kenan Evren û fermendarên hêzên Deryayî, Erdî û Asmanî û tevlî yekrêziya leşkerî înqilabek leşkerî pêkanîn. Hukumet û parlemento ruxandin serokê partiyên siyasî girtin û bi hêza çekdarî dest danîn ser her tişekî.

Bi dehê hezaran insan hatin girtin , bi hezaran hatin kuştin. Ew dem bû dema herî tarî û qirêj di dîroka welatekî de. Desturek faşîzan bi dilê xwe pêkanîn û bi referandumê bi darê zorê xelkê dan qebûl kirin. Ji bo tu cara di derbarê wan de dozek neyê vekirin qanûnên taybet pêkanîn û kirin di bin demana destûra bingehîn de. Tu cara kesekî nekarî di derbarê wan de dozekî veke yan jî behsa vekirina dozekî bike. Cara yekem piştî çend salan dozerekî behsa vekirina dozekî di derbarê Kenan Evren de kir di cêh de ji kar hate dûr xistin. Evren bi sala bi vî awayî serokkomariya Tirkiye kir.

Lê dema Ak Partî hate ser hukum hinek guhertin di destûrî de çêkirin. Herî dawî sala 209-ê guhertinên di destûrê de bi rêya referandumê hatîn kirin, rê li darizandina Kenan Evren û hevalên wî vekir.

Niha dozerekî ji Enqere dozek di derbarê wan de vekir. Ew generalên din niha ne saxin. Lê doz di derbaraê serokê cunta leşkeriya faşîst û orgeneral Tahsîn Şahinkaya de hatiye vekirin. Dadgehê îdianameya dozer qebûl kir. Niha rojên di pêşiya me de dê Evren û Şahînkaya derkevin himber dadgehê û bêne darizandin. Dozer ji bo wan idianameyek 80 rûpel amadekiriye û ji bo wan cezayê herî giran dixwaze. Cezayê ji bo van tawanbaran tê xwestin ewe ku, heta dawiya jiyana xwe di girtîgehê de bimînin.


Dema cara yekem behsa darizandina Kenan Evren hat kirin, wî bi xwe daxuyaniyek da û got: Kesek nikare min bibe himberê dadgehê û min bi hinek tiştan tawanbar bike. Dema ew roj werê ezê bi xwe xwe bikujim.

Niha di rojên pêşiya me ji bo vê gava girîng û dîrokî dê mirov bibîne ka çi dibe.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Bajarê Hamayê têkbirin (Vîdeo)

Hêzên çekdarên Surî bi dora hemeyê girtinê û mal bi mal digerin xelkê digirin û gelek jî piştî tên girtin di bin îşkenceyê de tên kuştin..Ev weneyê dorpişkirina bajarê Hemayê û zilm a lêşkeran e.....



Ev jî çêbû
Li Tirkiye 4-ê Nîsanê dibe rojek girîng. Serokê înqilaba leşkerî ya 12-Îlona 1980-ê Kenan Evren û hevalek yê xwe derdikevin himberê dadgehê û tên darizandin. ...
Dê Evren bê darizandin
Dê demek nêzik parêzerê Enqere Murat Demîr serokê darbeya leşkerî yê 12-ê Îlona 1980-ê û hevalên wî bixweze dadgehê da ku ji bo tawanê ku ...
Evren: Ez ne poşmanim
Serokê cunta leşkerî ya 12-ê Îlonê Kenan Evren di êfada xwe de xwe parast û got: Eger îro jî merc wek 12-ê Îlonê bin minê ...
Fehmî Isiklar : Biryara boykotê xeletiyeke
Seroke HEPê ( Halkin Emek Partisi ) ya berê û Sekretera Giştî ya DİSK ê berê Fehmî Isiklar got : Min  ji ber Îşkenceyên 12 ...
Ji bo darizandina Kenan Evren serlêdana yekem
Ji bo darizandina Kenan Evren û berpirsyarên 12 Îlonê  serêlêdana dozgeran hate kirin. Serlêdan ji aliyê Mazlum-DER , İHD ( Komaleya Mafê Mirovan ) û ...