Malper | Civak | Di baregehê JITEM-ê de gora komkujiyê hate dîtin

Di baregehê JITEM-ê de gora komkujiyê hate dîtin

Eve demeke ji aliyê wezereta çand û turîzmê ve li Diyarbekir li devera Deriyê Sarayê li nava sûrhên Diyarbekir ji bo rêkûpêkkirinê kolîn têne kirin. Di dema kolandinê de rastî hestiyên insana hatin.

Ew cihê ku kolan lê tê kirin, demekî wek girtigeha nawendî ya Diyarbekirê dihat karanîn û herweha baregehek ya dezgehê JITEM ê bû.

Di kolandinan de hestiyên 6 mirovan hatin dîtin û ew hestî yên kesên ku ji aliyê JITEM-ê de hatîn kuştin û hatine veşartin.
Niha dê lêpirsîn li ser van hestiyan bête kirin , da ku bê zanîn ku ev çi demî hatine kuşin.

Tê zanîn ku gelek kurd  ji aliyê dezgehên tarî wek JITEM-ê ve hatine girtin û  kuştin û bê serûşûn winda bûne . Heta niha jî li ser wan gelek tişt nayîn zanîn. Gelek kesên ku mirovên wan ji aliyê dewletê ve hatîn girtin û winda bûyîn, niha ji bo tesbîtkirina DNA yan dê serî li hukumetê bidin ku ew hestî bi awayekî bêne naskirin.


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Serokê Parlementoya Awropa Jerzy Buzek pêşwazî li Leyla Zana kir

Serokê Parlementoya Awropa Jerzy BUZEK , li xaniyê parlementoyê pêşwaziya siyasetmedara kurd Leyla Zana kir.Ji bo bêhtir agahdariyê liv ê lînkê biteqînin.ftp://epavvideoget:mo12ssb@ftpeps01.europarl.eu.int//epavvideo/CabinetPresident/Buzek_Zana   ...



Ev Jitem e
Ev bi çendê salaya hayina rexistina îstixbarat a cendirma JITEM ji aliyê dewletê ve tê inkarkirin. JITEM li Kurdistanê dijî tevgera kurd bi çerçova projeyekî ...
Kurdistan hemî wek gora komkujiyê ye
Salên  90-î li Bakurê Kurdistanê salên tarîn e.Di van salan de zêdeyî 17 hezar kurd ji aliyê hêzên dewletê ve tarî, ronahî ferk nake hatin ...
ELÇÎ : Faîlên nediyar di bin kontrola JİTEMÊ de ne
JİTEM li Tirkiyeyê bûye sembola dema tariyê û kuştinên faîlê nediyar jî di bin kontrola JİTEMÊ de hatin kirin.Serokê Baroya Şirnaxê Nûşîrvan Elçî da zanîn ...
Gelo dîrok paşve vedigere?
Li Kurdistanê cardin hinek bûyerên balkêş dibin. Piştî destpêkirina projeya hukumetê ya bi nave `` Vekirina demokratîk`` pêvajoyek nû destpêkir. Di destpêka vê pêvajoyê de ...
Generalê Jitem-ê hat girtin
Di çerçova pilana darba ``Balyozê`` de, pêlek nû ya binçavkirinê destpêkir. Dozerên doza Balyozê operasyonek gelek berfireh destpêkirin û gelek generalên û efser girtin. Di ...