Malper | Civak | Polisa li ser bajarvaniya Diyarbekirê de girt

Polisa li ser bajarvaniya Diyarbekirê de girt

Di çeçova operasyonên KCK-ê de operasyonek berfireh vê sibehê destpêkir.

Li Enqere di avahiya nawenda KESK-ê de, lêgerînek hate kirin û tê ragigihandin ku endamek yê KESK-ê hatiye binçavkirin. Herweha tê gotin ku endamê rêvebiriya BDP-ê Tuncer Bakirhan û parlementera BDP-ê ya Kevin Fatma Kurtulan jî di vê çerçovê de hatiye binçav kirin. Herweha li Enqere polis li mala parlementera Diyarbekirê Leyla Zana ya li Çankaya jî lêgerînê dikin.

Li Stanbulê avahiya BDP-ê de lêgerîn tê kirin û hate ragihandin ku heta niha 15 kes binçav kirine.

Bi fermana dozerê Stanbulê yê xwedî desthilatdariya taybet, li avahiya bajarvaniya Diyarbekirê lêgerîn hate kirin û li Batmanê jî polis li ser hinek cihan de girt. Herweha li Sêrtê jî avahiya BDP-ê de lêgerîn tê kirin.

Li gora gahdariyan li Riha û Mersînê jî di avahiyên BDP-ê de lêgerîn têne kirin û gelek kes hatine binçavkirin. Ji ber ku hêjî li hinek deveran lêgerîn berdewam e , encama vê operasyona ku sibehê zû destpêkirî baş naye zanîn.

Rojevakurd


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Panoramaya Kurdistan 2010 (Video)

Hemû rûdaw û bûyerên 2010 yên di derbarê Kurd û Kurdistan û bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê li Panoramaya Kurdistan 2010 de temaşe bikin......



3 serokên bajarvaniyê hatin girtin
Hêzên asayişa Şirnexê vê sibehê zû li dijê KCK-ê operasyonek pêkanîn. Di vê operasyonê de 3 serokê bajarvaniyan ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. Îro berê ...
Avahiya AKP ya Colemerg .....
Li Colemergê berê mehekî ji aliyên PKK ê li ser avahiya AKP êrîşên bi çek û bibombe hatîbû kirin û di êrîşê de ...
Li dijê rêxistina terorîst a Ergenekonê operasyonek nû destpêkir
Di çerçova doza rêxistina terorîst a Ergenekonê de, dozgerê Îzmîrê  operasyonek berfireh li 9 bajaran kir. Li gora nûçea kanala NTV ya tirkî, îro Stanbul, ...
Çevik Bir hate girtin
Vê sibehê  di çerçova doza 28-ê sibatê de 31 orgeneral û efserên bilind yên Kevin hatin girtin. Bi biryara dozerê xwedî desthiladariya taybet biryara lêgerîna malên ...
Zana 3 sal ceza girt
Diyarbekir - Parlementera kevin Leyla Zana, sê sal ceza girt. Zana sala 2008-ê di hinek axaftinên xwe de, ji bo propaganda rêxistinê kiriye hatiye mehkum ...