Malper | Civak | Veberhênana herî zêde li Kurdistanê li wîlayeta Hewlêrê bû

Veberhênana herî zêde li Kurdistanê li wîlayeta Hewlêrê bû

 

Desteka Veberhênanê ya herêma Kurdistanê aşkere kir ku di sala 2011ê de, veberhênana herî zêde li Kurdistanê li wîlayeta Hewlêrê bû ku bêtirî milyarek dolarên amerîkî bû. 

Li gorî amareke (îstastîk) Desteka Veberhênanê, di sala borî de li her sê wîlayetên herêma Kurdistanê bi buhayê 2 milyar û 181 milyon û 768 hezar dolaran  veberhênan li Kurdistanê hatiye kirin û piraniya wê li Hewlêrê bû. 

Li gorî îstastîka Desteka Veberhênanê, milyarek û 262 milyon û 704 hezar dolar li wîlayeta Hewlêrê, 562 milyon û 981 hezar dolar li Silêmaniyê û 356 milyon û 83 hezar dolar li wîlayeta Duhokê sermaye hatiye razandin û piraniya wan pereyan di warê avakirina yekîneyên akincîkirinê de hatiye razandin. 

Herwesa li gor Desteka Veberhênanê, di heyama 5 salên borî de li wîlayeta Hewlêrê 9 milyar û 819 milyon û 464 hezar û 310 dolar, li Silêmaniyê 4 milyar û 784 milyon û 942 hezar û 208 dolar û li Duhokê jî milyarek û 503 milyon û 972 hezar û 597 dolar, veberhênan hatiye encamdan. 

Li  her sê wîlayetên herêma Kurdistanê 345 kompanîyan ku, ji wan 302 kompaniyên navxweyî, 20 mişterek û 23 jî biyanî  karên veberhênanê encamdane.


 


Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Civîna Rojnamevaniya Serok Barzanî li Bexda (Video)

Civîna rojnamevaniya Serokê Herêma Kurdistanê ya piştî kombûna asta bilinda serkirdeyên Iraqê...



General Enerjî berê xwe da Kurdistanê
Îirketa Tirkî General Enerjî ji milyarek dolar li dexistina paetrolê serf dike...
Sandra Bullock dewlemenda Hollyvood
Stêrên Hollyvood yên herî zêde pera kar dikin hatin eşkere kirin. Kovara Forbes di vê sale de aktirîsta ku herî zêde pêra kar dike eşkere ...
10 mîlyar dînar ji bo masterplana tûrîzmê
Semîr Ebdula wezîrê bajarvanî û tûrîzmê yê herêma Kurdistanê diyar kir ku hikûmeta herêma Kurdistanê 10 mîlyar dînar budce ji bo cîbicî kirina masterplana tûrîzmê ...
Nîv saetê stran gotin û yek milyon dolar wergirtin
Stranbêja navdara cîhanê ya amerîkî Jennifer Lopez ku, çend roj dibe ji mêrê xwe Marc Anthony cudabûye, li Ukraynayê di daweta sermayedarekî  de nîv saetê ...
Li Îraq û Kurdistanê zêdetir ji 100 fîrmayên Swêdê hene
Li gor hindek çavkaniyan li Iraq û herêma Kurdistanê bêtirî 100 fîrmayên Swêdê bi sermiyanê milyarek dolarê amerîkî kar dikin. Balyozê Swêd li Iraq Carl Mafgnus, ...