Malper | Civak | ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe

ORSAM: Îraq ber bi parçebûnê diçe

Enadmê enstîtuya lêkolînên stratejîk ên Rojhilata Navîn (ORSAM), ku navenda wê li paytexta Tirkiyê Enqereyê ye, Çetiner Çetin diyar kir ku, şîeyên Iraqê bi helwestên xwe dê welêt ber bi perçebûnê ve bibin. 

Cetin di nivîsekê de ku di malpera înternetê ya ORSAMê de hatiye weşandin  dinivîse ku, li Iraqê, piştî ku hêzên Amerîka vekişiyan, xetera şerê mezhebî û etnîkî zêde bûye û ji bo çareseriya kirîza Îraqê, Tehran û Enqere hewl didin. 

Rojnamevan Çetîn dibêje:

-  Şîye dixwazin Iraqê bixin destê xwe. Ev yek dê bibe sedema aloztirbûna rewşê û xetera perçebûna welêt zêdetir dike.

- Serokwezîrê Iraqê yê şîye Malikî, bi hêza xwe û zexta li sunniyan dike û her wiha helwestên wî yên li dijî Tirkiyê, wek gavên perçebûna Iraqê tên nirxandin.

Cetin berdewam dike û dinivîse ku,  gotinên serokomarê Iraqê Celal Talebanî yên li bara cîgirê serokomar Tariq Haşimî de ku gotibû, “heta tohmetên Haşimî neyê îsbatkirin, ew bêguneh e”, Tirkiye memûn kiriye. 

Endamê ORSAMê dibêje ku,  seorkê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di sala 2010ê de bi destpêşxeriyên xwe hikûmeta Iraqê dabû avakiri û dinivîse:

- Eger civîna awarte ya aliyên siyasî yên Iraqê bo çareseriya arîşeyên vê dawiyê li Bexdayê bê sazkirin, Barzanî beşdarî nake. Û heke Barzanî beşdar nebe, lîsteya Iraqiye jî beşdar nabe. 

Weke tê zanîn piştî alozbûna rewşa siyasiya Îraqê û revîna cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî bo herêma Kurdistanê, hikûmeta Tirkiyeyê jî ketiye tevgerê û dixwaze di çareserkirina kirîza siyasiya Îraqê de rolek bilîze. Heta nuha çend careke serokwezîrê Tirkiyeyê bi telefonê serokwezîrê Îraqê li ser xeteriya parçebûna Îraqê hişiyar kirye. 

Hikûmeta Îraqê jî wan helwestên Tirkiyeyê bi tedexula karûbarên Îraqê dizane û her ji ber hindê duhî hikûmeta Îraqê gazî sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê kir û nameyeke nerazîbûnê li heber helwestên hikûmeta Tirkiyeyê da destê sefîrê Tirkiyê ku bigehîne Enqereyê.



Nêrîn (0 nivîsand):

Serhev : | Nîşan :

Nêrîna xwe birêke comment

Barzanî li mesihiyan xwedî derdikeve (Vîdeo)

Mesîhî li Bexda û Musil ji jiyana xwe ditirsin. Wek tê zanîn ji berê çendekî li Baxdayê, hinek çekdaran êrîşek birin li ser dêra El ...



Kurd dê beşdarî civîna awarte ya aliyên siyasî bibe
 Serokê fraksyona hevpeymaniya Kurdistanê li parlamentoya Iraqê, Fuad Mesûm, diyar kir, kurd dê beşdarî civîna awarte ya çareseriya aloziyên siyasî yên Iraqê bibe.Fuad MasumFuad Mesûm, ...
Haşîmî: Ji Iraqê re serokwezîrekî nû lazim e
Haşîmî: Ji Iraqê re serokwezîrekî nû lazim e Cîgirê serokomarê Iraqê Tariq Haşîmî ku ji aliyê hikumeta Iraqê ve biryara girtinê heye, diyar kir ku ji ...
Parastina jiyana Haşimî ji bo Erdogan giring e
Piştî serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî êrîşên xwe bo ser cîgirê serokomarê Îraqê Tariq Haşimî berfirek kirîn, Enqer deriyên xwe ji bo pêşwazîkirin û parastina Tariq ...
Erdogan bi Haşîmi re hate cem hev
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi Tarik El Haşimîyê ku Hikumeta Iraqê ji bo biryara girtinê daye, re hevdîtinek pêk anî. Erdogan, di hevdîtina bi ...
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî
Enqere hişiyariyê dide Amerîka û Malikî Li gor hin çavkaniyan Enqere daxaz ji Amerîkayê kiriye ku bi a serokwezîrê Îraqê Nurî Malikî neke û her karekê ...